Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê avahiya klînîkan sererast dike

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan avahiya klînîkan sererast dike.

Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê avahiya klînîkan sererast dike
31 gulan, 2021   06:14
REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên  sererastkirina avahiya klînîkan berdewam dike, da ku bibe navendeke karatînayê.

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kiribûn, avahiyên klînîkan wêran kirin. Beriya dagirkirinê, di van klînîkan de xizmetên tenduristiyê bê pere ji şêniyên Reqayê re dihatin pêşkêşkirin.

Klînîk di 2008`an de hatin avakirin, avakirina van klînîkan 6 salan dewam kir. Rûbera qata navendê nêzî hezar û 40 metredam e û rûbera giştî ya avahiyê jî 5 hezar û 200 metredam e. Di van klînkan de ku ji gelek beşan pêk dihat, hundirîn, jin, zarok û dil bê pere xizmet ji  şêniyên Reqayê re dihat pêşkêşkirin.

Çavdêrê projeya sererastkirinê Ebdurehman Mihemed axivî û got: "Ev projeya ku me dest pê kiriye dê derdora 90 rojî dewam bike, armanc jê jî avakirina navendeke karantînayê li Reqayê ye."

Mihemed diyar kir ku pişt proje bi dawî bibe dê navend pêşwaziya nexweşan bike, her wiha dê testan ji kesên guman bi wan heye ku bi vîrusa Koronayê ketine çêkin û xizmetên din ên ku pêwîstiya pêketiyên vîrusê pê hene bikin."

Mihemed li dawiyê got dê xebatên xwe berdewam bikin, da ku rewşa tenduristî ya Reqa û gundewarên wê baş bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ouCb11Eb6Z4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>