'Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û armanca wê parastina xaka Sûriyê ye'

Mihemed Biniyan diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û armanca wê ne parçekirina xaka Sûriyê ye lê belê parastin û derxistina dagirkeran e.

'Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û armanca wê parastina xaka Sûriyê ye'
31 gulan, 2021   01:34
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Projeya Rêveberiya Xweser ku sala 2014`an li Rojava hate ragihandin, roj bi roj bi pêş ket û ji aliyê pêkhateyên hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên cuda yên Sûriyê ve,her wiha li derve jî hate pêşwazîkirin.

Proje veguherî rêveberiyekê ku nûnertiya îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û di 6`ê Cotmeha 2018`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin.

Serokê Desteya Nîştimanî ya Erebî (Yek ji aliyên ku beşdarî damezirandina Rêveberiya Xweser bûye) Mihemed Biniyan têkildarî mijarê got: "Rêveberiya Xweser piştî ku komên çete bi hincetên şerê li dijî rejîmê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, hate avakirin. Di wê demê de valatiyeke ewlehî, rêveberî û xizmetguzarî ya mezin hebû. Diviya ku hemû pêkhateyên civakî bi hev re alîkariyê bikin û ber bi parastina aramiya di navbera şêniyan de û xebatê parastina binesaziya herêmên Cizîrê di destpêkê de, biçin."

Mihemed Biniyan destnîşan kir ku bi armanca peydakirina xizmetguzariyên civakê û parastina wê, pêkhateyên herêmê li hev civiyan da ku bernameyeke xebata hevbeş deynin û wiha dewam kir: "Di encama wan civînan de, Rêveberiya Xweseriya hate avakirin. Di wê demê de ji hemû pêkhateyan hate demezirandin. Plana xebatê têkildarî çawaniya peydakirina xizmetguzariyan ji welatiyan re, parastina aramî û ewlehiya herêmê hate dayîn heta ku aloziya Sûriyê bidawî bibe û lihevkirinan bi hikûmeta Şamê re, bibînin."

‘WATEYA ME DI NAVA RÊVEBERIYA XWESER DE NE PARÇEBÛNÊ NE’

Biniyan wiha domand: "Em dibînin ku Sûriyê ji hemû pêkhateyên wê re ye ji Kurd, Ereb û Suryan. Wateya me di nava Rêveberiya Xweser de ne wateya parçebûnê ye. Em şerê her kesê ku banga parçebûnê dike, dikin. Em binpêkirina li dijî serweriya dewletê qebûl nakin. Em hebûna biyanî çi rûsî, çi amerîkî û çi îranî be red dikin. Armanca me ya sereke ku Sûriyê ji aliyê gelê Sûriyê ve were birêvebirin."

Biniyan piştrast kir ku di nava salên dawîn de Rêveberiya Xweser serkeftina xwe isbat kir, herêmê bi rêve bir, şerê terorê kir, parastina herêm û binesaziyê kir, xizmetguzarî ji şêniyan re pêşkêş kir û ev tişt anî ziman: "Projeya Rêveberiya Xweser di cewherê xwe de ku civak xwe bi xwe bi rêve bibe ne weke ku hin alî dibêjin ku ew projeyeke parçekirinê ye. Em weke Rêveberiya Xweser ji Kurd, Ereb û Suriyan pîvanên me yên sereke hene. Em ne li dijî ala Sûriyê ku nûnertiya hemû gelê Sûriyê dike. Em banga Sûriyeke demokratîk, azad, xwedî serweriyeke navneteweyî û herêmê dikin."

Biniyan wiha axaftina xwe domand: "Em parastina yekitiya xaka Sûriyê dikin. Di nêrîna me de Sûriyê ji Dijle heta Teberiye ye. Em tu projeyên parçekirinê qebûl nakin. Me tu projeyên amade li ser kaxezan pêşkêşî hikumeta Şamê nekiriye da ku îmze bike, em dixwazin ku hikumeta Şamê deriyê diyalogê veke û ji bo destûrekî ku parastina mafê hemû pêkhateyên civaka Sûriyê dike, veke. Em dixwazin ku Sûriyê nimûneya azadî û demokratiyê be û ev jî di nava lihevkirinan de ye."

Mihemed Biniyan destnîşan kir ku projeyek li gel hikumeta Şamê heye ew jî projeya rêveberiya herêmî ya berfireh e û li gel Rêveberiya Xweser Demokratîk proje heye, ji ber wê jî divê hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser her du projeyan daynin ser maseyê û der barê serweriya dewletê û pêkanîna berjewendiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaşan bike.

Biniyan diyar kir ku eger hikumeta Şamê, projeya Rêveberiya Xweser cidî bigire dest û projeya nenavendî ku mafê tevahî pêkhateyên civakê diparêze pêk bîne û dewlemendiyan li welatiyên Sûriyê belav bikin, dê projeyek serkeftî be û destpêka çareseriya li Sûriyê ye. Her wiha Mihemed Biniyan anî ziman ku navkirin ne giring e, ya girîng ew e ku mafên hemû pêkhateyan were naskirin.

Serokê Desteya Niştimaniya Erebî piştrast kir ku ji hikumeta Şamê tê xwestin ku deriyên diyaloga siyasî beriya ya leşkerî veke û got:" Diyaloga siyasî pir girîng e û divê hemû pêkhat e beşdar bibin."

Mihemed Biniyan behsa hevdîtinên ku li baregeha Himêmîm de çêdibûn, kir û ev nirxand kir:"Komek hazir dibû idîa dikir ku Kurdan temsîl dikin, lê belê tu carî pêkhateyên ku Rêveberiya Xweser temsîl dikin, pêşwaz nekirin. Ji ber vê yekê jî divê nûnerên fikira Rêveberiya Xweser vexwînin û bi wan re li ser mekanîzmeya pêkanîna nenavendî ku rêzdariya serweriya dewletên û parastina mafên welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, nîqaş bikin."

Biniyan anî ziman ku divê ku ew itîraf bikin ku projey rasteqîn heye ku di nava xaka Sûriyê de çêbûye, ew jî projeya Rêveberiya Xweser û itîraf bikin ku ji mafê gel û pêkhateyan e ku projeyekî pêşinyar bkin ku Yekitiya axa Sûriyê biparêze û wiha dewam kir:" Ev maf e û erka hikumeta Şamê ye ku vê fikirê qebûl bike û nîqaş bike ji ver ku aliyekî çareserî ye."

‘RÊVEBERIYA XWESER LI SER HIKUMETA ŞAMÊ NE GEF E’

Mihemed Biniyan diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser tu gefan li ser hikumeta Şamê çênake, lê berovajî wê bihêztir dike ji ber ku ew projeyeke neteweyî, armanca wê parastina axa Sûriyê û derxistina dagirkeran e û wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser xwe wekî beşek ji Sûriyê dibîne."

Der barê sedemên êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Biniyan got: “Dewleta Tirk projeya Rêveberiya Xweser ji xwe re wekî gef dibîne. Projeya Rêveberiya Xweser daxwazên hemû pêkhateyên civakê pêk tîne. Dewleta Tirk niha dewleteke mêtinger e û dîktatorî ye ku ji hêla dîktator Erdogan ve tê birêvebirin û ditirse ku ev proje derbasî hundirê Tirkiyê bibe."  

Mihemed Binyan bal kişand ser hin sûcên dewleta Tirk a dagirker û çawa ku hin welatiyên Sûriyê wekî kesên navdar û şêxên eşîrên Ereb li Sûriyê bi kar tîne, da ku welatên ewropî piştgiriya wê bikin û got: “Eşîrên Ereb xwedî dîrok, rêz û mor in. Her kes dizane kî têkildar e, kî şêx e û kî eşîran temsîl dike. Dewleta Tirk û hin aliyên din hewl didin ku eşîrên Ereban wekî cil û berg (kincên erebî) bikar bînin û îdia dikin ku ew eşîr Ereb in, lê berovajî wê ew nûnertiya tu eşîrên li Sûriyê nakin, ji ber ku piraniya şêxên eşîrên Ereb li Sûriyê ne. Ez wekî kesek ku ji eşîra Teyî, ez nikarim bêjim ku ez temsîla eşîra Tey dikim, kesê ku temsîla wê dike mîrê wê Şêx Mihemed Abdulrezaq El-Taî ye. Dewleta Tirk ji bo ku ji welatên ewropî re îsbat bikin ku eşîrên Ereb li dijî projeya Rêveberiya Xweser û li dijî Sûriyê ne, bi hinceta ku ew nûnerên eşîrên Ereb in hin kesayetiyan derdixe ser çapemeniyê."

Mihemed Biniyan piştrast kir ku Rêveberiya Xweser projeyek demokratîk e ku Sûriye û gelê Sûriyê parast.

Biniyan peyamek ji tevahî gelê Sûriyê re şand û got: "Di nava sîstema Rêveberiya Xweser de bendek tune ku daxwaza parçebûnê dike. Lê belê ji bo berjewendiyên Sûriyê tev digere û hewl dide her tim sîstemek demokratîk a nenavendî ava bike."

Serokê Desteya Nîştimanî ya Erebî, Mihemed Biniyan diyar kir ku li derve tiştek bi navê muxalefet tune ye, ew kesên ku bi navê muxalefetê îdia dikin, tiştek ji gelê Sûriyê re nekir û wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Em ji hikumeta Şamê dixwazin ku di navbera gelên Sûriyê de zêdetir baweriyê ava bike, her wiha destûreke nû ji bo parastina mafên tevahî pêkhateyên civakê ava bike."

(ekîb)

ANHA