ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-05-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-05-2021'AN
30 gulan, 2021   23:00

-Şêniyên Hesekê, Dêrik û Çilaxa şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê ji bo şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ferhad Dewûd konê sersaxiyê vedide. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Êzidiyan panelekê bi navê "Destûra di çarçoveya projeya nû ya li Bakru û Rojhilatê Sûriyê de me diparêze" li hola Xabûr a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dêrikê diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, di şexsê  Tevgera Rizgariya Kurdistanê û hêzên gerîla de têkbirina gelên herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin kampanyaya li dijî siyasetên qirkirina jinan û erka eşkerekirina rasatiyan û binpêkirniên li dijî jinan hilgirtin ser xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Mihemed Biniyan diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û armanca wê ne parçekirina xaka Sûriyê ye lê belê parastin û derxistina dagirkeran e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk hem Îsrail hem jî li Efrînê avahiyên mêtîngeriyê avadike. Dîmenên guhertina demografîk li ber çavan in. armanca dewleta Tirk ji vê yekê ewe ku kokên gelên resen ên van herêman ji holê rake. (BI WÊNE).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê civînekê ji endamên xwe re li ser zimanê kurdî li nivîsgeha Têkiliyan a TEV-DEM'ê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gundê Batirzan ji gundên kevn ên navçeya Çilaxa ye û bi xweşikbûna xwezaya xwe bûye cihê seyranê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev bû 4 meh dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser axa Sûriyê qut kiriye. Ji ber vê yekê şêniyên gundên Girê Spî ji ava vexwarinê bê par man. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên gundewarê başûrê Hesekê ji ber hişkesaliyê li herêmê gelek xisar dîtin, li aliyekî din jî donimeke ji zeviyên avî kêmtirî 50 kîlogram berham da. Cotkaran li ser vê yekê banga alîkariyê li Rêveberiya Xweser kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber ku pêwîstî bi navendên karantînayê heye, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê  bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan re avahiyên klînîkan sererast dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA