Hewldana çeteyan a ketina gundekî Til Temirê hate têkbirin

Çeteyan hewl dan li gundê Um El-Kêf ê Til Temirê pêşde biçin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva hewldanê da û şer derket. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Hewldana çeteyan a ketina gundekî Til Temirê hate têkbirin
30 gulan, 2021   19:13
HESEKÊ

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundê Qasimiyê yê bakurê rojavayê Til Temirê hewl dan ber bi gundê Um El-Kêfê ve pêşde biçin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya TilTemirê bersiva hewldanê da û şer derket.

Li gorî çavkaniyên taybet, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê derbên giran li çeteyan dan û kuştî û birîndarên wan çêbûn. Çete  neçar man ku paşde vegerin û cenazeyên xwe li dû xwe bihêlin.

ANHA