​​​​​​​Şêniyên gundên Aliya berxwedana gerîla silav kir

Li navçeya Girkê Legê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên gundên Aliya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û berxwedana gerîla hate silavkirin.

​​​​​​​Şêniyên gundên Aliya berxwedana gerîla silav kir
30 gulan, 2021   19:20
QAMIŞLO

Ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve artêşa Tirk a dagirker êrişên dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne.

Bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla, bi dehan şêniyên gundên Aliyan ên girêdayî navçeya Girkê Legê li bin konê ku li gundê Dugirka hatiye vedan, kom bûn.

Çalakî bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre endama Meclisa Gel a Navçeya Girkê Legê Arjîn Amed axivî û îşaret bi berxwedana dîrokî ya ku hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk didin meşandin, kir.

Arjîn Amed destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ya ji êrişan şikandina vîna gelê Kurd û têkbirina destkeftiyên gelan e.

Di dawiyê de şêniyan banga piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî hêzên gerîlayê kir.

(eh)

ANHA