​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin

Li ser daxwaza Rêveberiya Xweser, Meclisa Til Temirê civîneke berfireh ji şêniyan re li dar xist, da ku guhdarî xwestek û giliyên wan bikin, her wiha da ku rewşa siyasî û aborî ya ku herêmê tê re derbas dibe şîrove bikin.

​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin
​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin
​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin
​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin
​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin
​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin
​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin
​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin
​​​​​​​Li Til Temirê civînek ji şêniyan re hate lidarxistin
30 gulan, 2021   19:06
HESEKÊ

Civîn li avahiya Meclisa Mablatên Şehîdan a li navenda navçeyê hat lidarxistin, tê de rûspî, nûnerên partiyên siyasî û bi sedan şêniyên herêmê amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre rewşa siyasî û aborî hatin nirxandin.

Piştî wê şêniyan nîqaş kir, guhdarî li xwestek û rexneyên wan ên li ser xebata meclisan hat kirin.

/ar/uploads/files/2021/05/30/180054_jwan-mla-aywb-28kbyr29.webp

Der barê armancên civînê de, Hevserokê Meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb ji ANHA'yê  axivî û wiha got: "Bi alîkariya tevahî saziyên Til Temirê, me şênî vexwend civînê da ku rewşa siyasî û aborî li herêmê binixînin û li gilî û rexneyên wan guhdar bikin."

Eyûb wiha domand: "Giliyên şêniyan bi tevahî li ser qutbûna avê ji bîrên Elok û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên nêzî eniyên şer bûn, her wiha li ser hin mijarên xizmetguzarî, mîna kêmbûna gazê, sotmenî û nan hatin nîqaşkirin."

Civîn bi nêrînên beşdaran û rexnekirina gelek saziyan ji bo derbaskirina lawaztiya wan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T3rZKVNLLjQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>