Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 kesên din bi Koronayê ketine û 3 kes jî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 kesên din bi Koronayê ketin
30 gulan, 2021   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya  Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane, jinek ji Hesekê û du mêr ji Qamişloyê ne.

Ciwan Mistefa piştrast kir ku 80 kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronayê ketin, 41 mêr in û 39 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 16

Qamişlo : 14

Dêrik: 3

Amûdê : 3

Dirbêsiyê : 1

Kobanê: 3

Reqa: 17

Tebqa: 11

Dêrazor: 2

Minbic: 6

Kampa Holê: 4

Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşên Koronayê, 6 kes baş bûne.

Bi van daneyan, hejmara giştî pêketiyên Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 17 hezar û 826 kesan, ji wan 726 kesî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 798 kes jî baş bûne.

(dm)