Şervanên QSD: Di hundirê baregehên dewleta Tirk de çekên qedexekirî hene

Şervanên QSD`ê yên li eniya Eyn Îsayê, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li herêma Eyn Îsayê gelek baregeh ava kirine û di wan baregehan de hemû cûreyên çekan di nav de ne, çekên qedexekirî jî tê de bi cih kirine.

Şervanên QSD: Di hundirê baregehên dewleta Tirk de çekên qedexekirî hene
30 gulan, 2021   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê, her wiha li aliyê  xeta Girê Spî ev demeke baregehên nû û bendên axî ava dike. Di wan baregehan de radarên çavderiyê û gelek teknîkên şer bi cîh kirine.

Her wiha avakirina baregehan li gundên rojavayê navçeya Eyn Îsayê, Xirbit Kerem, Tîna, Dixêlîb, Dibis, li nêzî Mielek û li rojhilatê navçeyê jî pêşiya gundê Seyda berdewam dike. Di heman demê de, li gundên Ebkoy û Ebû Zihûr ên girêdayî başûr-rojavayê bajarê Girê Spî jî avakirina baregehan berdewam dikin.

Têkildarî mijarê, şervanên QSD`ê yên li eniya Eyn Îsayê axivin.

'ARMANCA WAN PARÇEKIRINA XAKA SÛRIYÊ YE'

Şervanê QSD`ê Erdal Kobanê diyar kir ku ev baregehên ku dewleta Tirk a dagirker di xaka Sûriyê de ava dike, bê guman armancê wan diyar e û wiha dewam kir: " Armanca wan parçekirina xaka Sûriyê ye. Piştî dagirkirina bajarê Girê Spî û Serêkaniyê, dewleta Tirk a dagirker, bi destên çeteyên ku ji Idlibê derbasî herêmê kirin bi avakirina baregehan dest bi parçekirina herêmê kirin. Ji lewra bi hezaran gelên herêmê êş kişandin û dan koçberkirin. Her wiha hinek baregeh jî di gundan de avakirin."

Erdal Kobanê ragihand ku di nav van baregehan de dewleta Tirk a dagirker, çek û teknîka xwe ya şer wek cureyên obûs, tang û herwiha cureyên çekên qedexekirî jî bicîh kiriye û wiha domand:" Ji ber vê jî bi van çek û teknîka ku bicîh kiriye, herêmê dide ber topbaranê û şêniyên herêmê hedef digire. Hemû êrişkariyên dewleta dagirker ji van baregehan tên koordinekirin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker, bi avakirina baregehan û parçekirina xaka Sûriyê di qada navnetewî de rewa û mafdar dide nîşandan. Lê belê rastiya xwe ne wisa ye. Bi vê yekê dixwaze projeya ‘’Împaratoriya Osmaniya nû’’ ji nuve zindî bike û dixwaze gelê herêmê bixe bin desthilatdariya xwe."

Di dawiya axaftina xwe de, Kobanê got: "Em jî wek QSD’ê Li hemberî liv û tevgera dagirkeriyê û hewldanên wê yên  bi hemû şêwazî amadekarî dikin. Di heman demê de li dijî êrişkariyekî muhtemel yê dewleta dagirker hetanî dawiyê mafê me heye, em parastina axa xwe bikin."

'HEDEFÊN WAN RÊYA M4 Û TEVAHIYA HERÊMÊ YE'

Şervanê QSD’ê Egîd Girê Spî jî axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi avakirina van baregehan re çekên xwe yên şer bi cîh kirine, hejmarek teknîka şopandinê jî bi cîh kirine û wiha got:" Diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmê bi giştî û taybet jî rêya M4 ya navnetewî di venêrînê de bihelê û bixe bin serweriya xwe de. Di heman demê de artêşa dagirker bi van baregehan û bendên axî re eşkereye ku di nav amadekariya berfirehkirina dagirkeriya xwe de ye."

'EV AXA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ YE'

Egîd Girê Spî bi domdarî got: "Dewleta Tirk di hundirê axa Sûriyê de sînorekî cuda ava dike. Pir eşkere ye, dixwazin di hundirê axa Sûriyê de sînorekî girêdayî xwe ava bikin. Ji ber hetanî niha li ser esasê hişmendiya kevn a serdema Împaratoriya Osmaniyan tevdigerin. Ji lewra dibêjin ‘’Ev ax, axa me ye’’. Lê belê ne rast in. Di dîrok kevn de ev ax, axa me ye, yê gelên herêmê ye û girêdayî Sûriyê ye. Dema rêxistina terorî DAIŞ li herêmê bû û di vê axa de bû, çima dewleta Tirk a dagirker wê demê ne digotin ‘’Ev axa me ye’’? Ji bo vê rastiyan berevajî dikin. Dixwazin herêmê dagir bikin."

'JI BEJAHÎ VE NIKARIN ÊRIŞAN LIDAR BIXIN'

Egîd Girê Spî diyar kir ku di navbera her baregehekî ku hatiye avakirin de 10 kîlometre mesafe heye, di hundirê van baregehan de teknîkên şer wek cureyên obûs, tang, hawan û katyuşa bi cîh kirine û wiha dewam kir:" Dijmin ji dervayî van baregehan nikare êriş lidar bixe. Êrişkariyên wan ên ji bejahî ve hemû vala hatin derxistin û encam negirtin. Ango ji bejahî ve nikarin êrişan lidar bixin. Di heman demê de hemû êriş û topbaranên artêşa dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê, ji van baregehan tên kirin."