​​​​​​​Şêniyên Başûrê Kurdistanê dest bi meşa mertalên zindî kir – HATE NÛKIRIN

Şêniyên Başûrê Kurdistanê bi pêşangtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dest bi meşa Mertalên Zindî kir.

​​​​​​​Şêniyên Başûrê Kurdistanê dest bi meşa mertalên zindî kir – HATE NÛKIRIN
30 gulan, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de, ji Koyê heya Behdînanê meşa mertalên zindî da destpêkirin.

Di 28’ê Mehê de Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Qendîlê li dijî dagirkeriya Tirk, Pêngava, “Werin Cenga Azadiyê” dabûn destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de îro bi beşdariya hemû şêniyên herêmên Başûrê Kurdistanê ji Koyê heya Behdînanê meşa dirêj a mertalên zindî dan destpê kirin.

Meşa ku di derdora saet 11.00’ê nîvro de li Filkeya Sewz a Koyê dest pê kir, ber bi Hewlêrê ve bi rê ketiye.  Welatiyên Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî jin û dayîkan piştgiriyeke bihêz dan meşê û di refên pêş de cih digirin.

Di meşê de posterên rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên ku di Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de şehîd bûne hatin hildan. Nivîsên wekî, “Stop Turkey” bi zimanê îngilîzî jî hatine rakirin. Berşdarvan dirûşmên, “Biçe derve biçe derve, artêşa Tirk biçe derve”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bimre Xiyanet” û “Dîkdator Erdogan” diqîrin.

Meş wê heya Behdînanê ango herêmên ku dewleta Tirk êrîşê gerîla û gundan dike berdewam bike û li wir weke mertalên zindî wê çalakiya xwe bidomînin.

Meş bi tilîliyên dayîkan û dirûşman berdewam dike.