NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2021'AN

NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2021'AN
29 gulan, 2021   23:00

-Şêniyên Herêma Dêrikê şehîdên mehên Adar, Nîsan û Gulanê li stada Kornîş a girtî bi bîr tînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbateke welatparêz ji Kobanê bang li şêniyan kir ku ji bo parastina xaka xwe çekê rakin û got: "Parastin ne erka şervanan tenê ye, hevgirtin û kombûna li derdora şervanan rêya yekane ya bersivdayîna êrişên dijmin e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê got, Rêveberiya Xweser nûnertiya gelan dike û ji krîzên li Sûriyê û Rojhilata Navîn çareseriya yekane ye. Şêniyan xwestin ku îtîraf bi vê rêveberiyê were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina "Beyt El-Miwatena" têkildarî dîroka Kurd û jiyana kurdan panelekê li Reqayê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Bi armanca nirxandina geşedanên siyasî, Rêveberiya Xweser civînekê ji şêniyên navçeya Til Temirê re li dar dixe, civîn li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê tê lidarxistin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî raporan, hilbijartinên serokatiya Sûriyê yên ku dewletên rojavayî red kirine, parçebûna li Sûriyê xurtir dike, her wiha Îxwan El-Mislimîn hewl da xebata siyasî ya Lîbyayê bi bin bixin, ji ber ku ji binkeftinê ditirsin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên Minbicê anî ziman ku çandina sebzeyên havînê rêgeza xwetêrkirinê pêk tîne. Ruxmî hewldanên cotkaran da ku hilberînê bi pêş bixin lê ji ber ku îsal baran kêm bariye û qutkrina ava çemê Firatê bi destê dewleta Tirk, çandinî li herêmê bi paş de çûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Aborî-Beşê Jin di Rêveberiya Xweser de kargehek mast û penêr li bajarê Dêrikê vedike, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA