Malbateke welatparêz banga hevgirtin û kombûna li derdora şervanan kir

Malbateke welatparêz ji Kobanê bang li şêniyan kir ku ji bo parastina xaka xwe çekê rakin û got, parastin ne erka şervanan tenê ye, hevgirtin û kombûna li derdora şervanan rêya yekane ya bersivdayîna êrişên dijmin e.

Malbateke welatparêz banga hevgirtin û kombûna li derdora şervanan kir
30 gulan, 2021   01:52
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

Di çarçoveya êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bersivdayîna wan de, gelek şêniyên ku li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kiribûn û paşê li hember siyaseta deweta Tirk  a valakirina herêmê jî disekinin ji ANHA`yê re axivîn.

Malbata yadê Emîne û hevserê wê Ehmed Keçel di sala 2014`an de tev li berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûbûn. Dayika Emîne xwarin ji şervanên li eniyên şer re amade dikir û apê Ehmed jî birîndar derman dikirin.

Piraniya endamên malbatê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê û QSD`ê de cih digirin.

Ji malbatê 2 endam di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê de ne û 3 jî di nava refên QSD`ê de ne.

 ‘EV XAK NASNAME Û MIROVATIYA ME YE, EM Ê ÇAWA DEV JÊ BERDIN ‘

Dayika bi navê Emîne Şêxo ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Ev xak rûmet û mirovatiya me ye. Em ê çawa dev jê berdin û ji dimin re bihêlin ku li derfetekê digere da ku hebûna me tune bike. Divê em ji îdiayên ku dewleta Tirk belav dike bawer nekin."

Emîne Şêxo wiha domand: "Rakirina çekê û parastina vê xakê ne erka şervanên li eniyên şer tenê ye. Divê şêniyên me perwerdeyê li ser çekê bibînin. Divê koçber vegerin walatê xwe û divê em eslê xwe ji bîr nekin, ji ber ku Ewropa ne welatê me ye û Rojava bang li wan dike."

Emîne Şêxo êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û berxwedana li hemberî wan hate raberkiribin bi bîr xist û got: "Divê gelê Rojava roja reş ku bi ser Kobanê de hat ji bîr neke, dema ku çeteyên DAIŞ`ê şerê li dijî wê ragihand, çawa şêniyên bajêr di wê demê dest ji xaka xwe bernedan û parastina wê kir, ji cîhanê re îsbat kir ku ew gelekî bi bin nakeve. Divê em bûyerên ku di şer û berxwedana Kobanê de rû dane bînin bîra xwe ku çawa em li ser sînorê dewleta Tirk rastî îhanet û zordariyê hatin. Divê em di nava 24 saetan de amade bin. Divê em di şer de destekê bidin şervanên xwe. Ev ne tenê erka mêran e, di heman demê de rola mezin a jinan e ku di şerê Kobanê de, xwarin ji şervanan re amade dikir û birîndar derman dikrin."

Emîne Şêxo anî ziman ku mirina bi rûmet ji ketina destê dijminê baştir e û wiha pê de çû: "Min wesiyet li her 5 zarokên xwe yên di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê de kir ku guleyekê li gel xwe bihêlin da ku dema bikevin destê dijmin bi kar bînin. Ji ber ku mirina bi rûmet ji dîlgirtina bi destê dijminê ku rehmê nake baştir e."

‘DIVÊ GELÊ ME XWE AMADE BIKE'

Ehmed Keçel destnîşan kir ku divê her kes xwe fêrî bikaranîna çek bike û got: "Divê her yek ji me xwe fêrî bikaranîna çek bike, heger em niha nebin yek em ê kengî bibin ye. Mirin carek e, ne hezar car e, an mirineke bi rûmet anî jî serkeftin."

Keçek her wiha got: "Xwîna me yek e û yên di xendeqan de zarokên me ne. Dema ku em bi hinceta ku  rastî êrişan tên dev ji xaka berdin wê demê em wan bê parastin dihêlin. Divê zarokên me yên şervan ne fikirin ku em ê di çi êrişên li ser herêmê de dev ji wan berdin, lê belê divê em baweriyê bidin wan."

Ehmed Keçel anî ziman ku berxwedana li hemberî êrişan rêya yekane ya pêkanîna serkeftinê û wiha dom da axaftina xwe: "Dema em xaka xwe bihêlin, dijmin me nahêle, ji çar aliyan ve em dorpêçkirî ne. Ji ber wê jî berxwedan, girêdana bi xakê ve û sekna li hember dijmin rêya yekene ya pêkaîna serkeftinê ye."

Ehmed Keçel banga hevgirtinê kir û got: "Divê em xwe nespêrin dewletên garanetor û rêxistinên mafên mirovan. Li Ewropa tiştek bi navê mafên mirovan tune ye. Kesê ku lawirekî dikuje wî dişopînin, li vir jî bi hezeran komkujî li dijî şêniyên me hatine kirin û tu helwestê nîşan nadin. Divê em hevgirtî bin, bi xwe birînên xwe derman bikin, divê em xwe nespêrin dewletên garanetor ku idîaya parastina me dikin, yên ku parasatina me dikin zarokên me ne." 

Ehmed Keçel bang li şêniyan kir "Xwe ji her şerî re amade bikin, tûnelan li nêzî malên xwe bikolin, xwe ferî bikaranîna çek bikin û idîayên ku dewleta Tirk de belav dikin bawer nekin."

Ehmed Keçek wiha dawî li gotinên xwe anîn: "Heger êriş li ser me pêk werin em ê li hemberî wê bisekinin. Ma ji mirinê wêdetir çi heye, şehadet ji zilmetî û heqaretê çêtir e."

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/50Pr6OF7h-0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>