​​​​​​​Panorama hefteyê: Hilbijartinên Şamê parçebûnê xurtir dike

Li gorî raporan, hilbijartinên serokatiya Sûriyê yên ku dewletên rojavayî red kirine, parçebûna li Sûriyê xurtir dike, her wiha Îxwan El-Mislimîn hewl da xebata siyasî ya Lîbyayê bi bin bixin, ji ber ku ji binkeftinê ditirsin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Hilbijartinên Şamê parçebûnê xurtir dike
30 gulan, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa hilbijartinên serokatiya Sûriyê, aloziya Lîbyayê û têkiliya di navbera Misir û Qeterê de kirin.

`HILBIJARTIN PARÇEBÛNA LI SÛRIYÊ XURTIR KIR`

Di kar û barên Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: ”Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de sûrî berê xwe dan sandokên hilbijartinan. Li gel wê opozîsyona li bakur rojavayê Sûriyê û bakur û rojhilatê wê û başûrê welêt jî hilbijartin boykot kirin. Gelek texmîn hene ku serok Beşar El-Esed bi ser keve, ev yek jî parçebûna li Sûriyê zêde kir.

Wezîrên karên derve yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Almanya, Brîtanya, Fransa û Îtalyayê bi daxuyaniyekê şeva sêşemê gotin ev hilbijartin “Ne azad û ne durist in“. Wezîran bang li civaka navneteweyî kir ku hewldanên rejîma El-Esed red bikin ku dixwaze careke din rewabûnê bi dest bixe.

El-Esed jî duh bersivan rexneyan da û ji rojnamevanên li bajarê Domayê re ku berê cihê opozîsyonê bû got: “Tevgera ku niha li Sûriyê heye, bersiveke têr, tijî û diyar e. Nêrîna we sifir e lê qîmeta we deh qat in.”

`LÎBYA… METIRSIYÊN IXWANAN JI BINKEFTINÊ, LIDARXISTINA HILBIJARTINAN ASTENG DIKE`

Rojnameya El-Beyan têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivisî: “Lîbyayî û civaka navneteweyî li benda encama civîna komxebata siyasî ne ku dê çarşem û pêncşema bê li dar keve. Di civînê de komîteya qanûnî dê zemîna destûrî ya hilbijartinan diyar bike. Li gorî nûçeyên ku hatine belavkirin, nakokiyên tund di navbera endamên komxebatê de hene. Nexasim girêdayî daxwaza Ixwanan û hevalbendên wê ya derengxistina hilbijartinan. Ixwan dixwazin referandomekê girêdayî reşnivîsa destûra ku ji gelek aliyên civaka Lîbyayê ve nayê qebûlkirin, li dar bixe û rêgeza hilbijartina serokê welêt bi rêya parlamentoyê, ne bi rêya hilbijartinên azad û yekser ji aliyê gel ve, bide qebûlkirin. Ev yek ji aliyê piraniya gelê Lîbyayê ve tê redkirin. Tenê Şepela Islama Siyasî û hevalbendên wê yên mîrên şer û fermandarên milîsan vê yekê dipejrînin.”

‘QETER ÎŞARET JI AMERÎKAYÊ GIRT Û BER BI MISIRÊ VE DIÇE’

Têkildarî rewşa Qeterê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Qeter bi lez kete nava tevgerê da ku têkiliya xwe bi Misirê re sererast bike, piştî ku guhartina di helwesta rêveberiya Amerîkayê têkildarî Qahîreyê de dît.

Serokatiya Misirê di daxuyaniyekê de got mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemd Al Sanî roja sêşemê bang li serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî kir ku serdana Dewhayê bike.

El-Sîsî pêşwaziya wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Abdulrehman Al Sanî kir ku peyama şêx Temîm gihand wî.”