'Em piştgiriya gerîla dikin û were xwestin em ê li kêleka wan şer bikin'

Jinên ji bajarokê Girbawî  êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku ew ê bi çalakiyan piştevaniya xwe bi gerîlayan re bidomînin û were xwestin dê li kêleka wan şer bikin.

'Em piştgiriya gerîla dikin û were xwestin em ê li kêleka wan şer bikin'
28 gulan, 2021   06:24
QAMIŞLO HÊLÎN EBDULLAH

Artêşa Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsana borî ve êrişên bejahî û asîmanî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Di van êrişan de çekên qedexekirî bi kar tîne. Lê li hemberî van êrişan gerîlayên HPG û YJA-Starê berxwedaneke bêhempa raber dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cuda bertekên li dijî van êrişan û piştevaniya berxwedana gerîlyan zêde dibin.

/kr/uploads/files/2021/05/28/062609_-.webp

Jina bi navê Wefa Xelîl êrişên dewleta Tirk a  dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û bi van gotinan piştevaniya xwe bi berxwedana gerîliyan re nîşan da: "Heta pêkanîna serkeftinê em ê çalakiyên xwe yên piştevaniya hêzên gerîla bidomînin. Ne ji berxwedana hêzên gerîla bûya wê çiyayên Kurdistanê ji zû de bihata dagirkirin."

Wefa Xelîl bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk ên li Metîna, Zap û Avaşînê ji bêdengiya xwe derkevin û got: "Tirkiyê nikare îradeya me bişikîne, teqez em ê bi serkevin."

/kr/uploads/files/2021/05/28/062525_-.webp

Jina bi navê Fadiya Îsamîl dewleta Tirk bi dewleteke terorîst bi nav kir û wiha domand: "Armanc ji êrişan qurkirina kurdan e, delîlê vê yekê bikaranîna çekên qedexekirî ye ku di nava bêdengiyeke navneteweyî de têne kirin."

Fadiya Îsmaîl piştevaniya xwe ji hêzên gerîla re anî ziman û wiha got: "Em di wê baweriyê de ku dê hêzên gerîla li wan herêman bi serkevin. Em ê piştevaniya xwe bi gerîla re bidomînin û dagirkeriya Tirk çi bike jî wê nikaribe îradeya me bişikîne."

Viyan Osê jî bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: "Bêdengiya wê tê wateya ku lihevkirineke di navbera wê û Tirkiyê de heye. Em gelê herêmê wê helwesteka me ne temaşevan be, lê belê em ê piştevaniya bi hêzên gerîla re bidomînin."

/kr/uploads/files/2021/05/28/062538_-.webp

Leyla Şêro jî piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan re nîşan da û got: "Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe piştevaniya bi hêzên xwe re bidomînin. Were xwestin em ê çek hilgin û li kêleka gerîla şer bikin."

/kr/uploads/files/2021/05/28/062600_-.webp

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dvGs7P7vtwc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>