Hiqûqnas Ebdullah El-Eryan: Dê guhartina demografî bi hevgirtina sûriyan bi dawî bibe

Hiqûqnas Ebdullah El-Eryan got çer ku gel bi vebijêrka berxwedan û têkoşînê ve girêdayî ye, dê guhartina demografiya herêmê bi demê re têk biçe.

Hiqûqnas Ebdullah El-Eryan: Dê guhartina demografî bi hevgirtina sûriyan bi dawî bibe
28 gulan, 2021   05:45
REQA-EHMED EL-ESAF

Siyaseta guhartina demografî li Sûriyê bi bidawîkirina şerê wekaletan û destwerdana yekser a dewletan di şerê Sûriyê de eşkere bûn, bi taybet dewleta Tirk û Îranê. Her du dewlet bi bihaneya dostên gelê Sûriyê ne destwerdan kirin, her yek ji wan piştevaniya aliyekî li ser hesabê aliyekî kir, heta Sûriyê wêran û talan kir.

Ne tenê dewleta Tirk demografiya herêmê guhart, her wiha li herêmên Şam û bejahiyên wê û bejahiyên Humis, Hema û Helebê jî guhartina demografî ji hêla Îranê ve heye. Lê dewleta Tirk di vê siyasetê de û bi awayekî eşkere hewl dide herêmên dagirkirî mîna çawa bi Lîwa Iskendron kiriye, tev li xaka xwe bike û demografiya wan herêman biguhere. Wê yekê jî bi piştevaniya Kiwêt û Qeterê dike û bi dehan yekîneyên niştecihî li Efrînê ava kirin, navên bajar û gundan guhartin, zimanê tirkî, al, pere û xwendin ferz kir.

Girêdayî mijarê, hiqûqnas Ebdullah El-Eryan ê ji Reqayê guhartina demografî ya li Sûriyê bi "ehmaqtiyê" wesif kir û wiha got: "Ev guhartin di rewşên awarte ku tê de alozî û kuştin heye de pêk tê. Her wiha dewletên derve jî van rewşan bi kar tînin, da ku armancên xwe pêk bînin, lê dê zû yan dereng e ev guhartin bi demê re têk biçe."

El-Eryan wiha domand: "Kî vî sûcî dike, desthilateke ehmaq û terorîst e û guh nade tu qanûn û mîsaqên mafên mirovan. Guhartina demografî jî piştî ku dagirker siyaseta xwe ya çewisandina gelên resen û koçberkirina wan pêk tînin, pêk tê. Dê rewşên xwezayî van tevahî sûcên guhartina demografî, di dema Sûriye bû yek de têk biçin."

El-Eryan diyar kir ku dewleta dagirker niha siyaseta cudakirina sûriyê ji aliyên xak û gel ve dimeşîne, da ku siyaseta guhartina demografî pêk bîne û li herêmên dagirkirî çeteyên sûrî yên xwefiroş ji bo pêkanîna wan siyasetan bi kar tîne.

El-Eryan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dê aloziya Sûriyê bi hevgirtina tevahî aliyan li ser Sûriyeke azad ya serbixwe bi dawî bibe û dê dîmenên guhartina demografî bi dawî bibin û maf li xwediyan vegerin."

(fr)

ANHA