YPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Mahîr El-Abdullah (Agirî Qamişlo) eşkere kir.

YPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
28 gulan, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya xwe de got şehîd Mahîr El-Abdullah heta kêliya dawî erk û berpirsyariyên xwe bi coşeke mezin bi cih anîne û şehîd bûye.

Daxuyanî wiha ye :

“Hevrêyê me Agirî Qamişlo roja 24’ê Gulanê di encama qezayeke perwerdeyê de gihaşt şehadetê.

Hevrê Agirî li Qamişloyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û di temenekî ciwan de şoreşa Rojava nas kir. Bi hestên welatparêziyê mezin bû, ew hest di kesayeta xwe de kirin hêzek û tev li refên şoreşê bû. Hevrê Agirî heta kêliya dawî erk û berpirsyariyên xwe bi coşeke mezin bi cîh anîn.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

/kr/uploads/files/2021/05/28/073220_sehd-agir-qamislo.webp

Nasnav: Agirî Qamişlo
Nav û Paşnav: Mahîr El-Abdullah
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Mihemed Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 24 Gulana 2021

Em di şexsê hevrê Agirî de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”