‘Kesên ku li hember sûcên dewleta Tirk bê deng in, hevkarên wan sûcan in’

Siyasetmedar Muslim Ebas got dewleta Tirk li pêş çavê hikumeta Başûrê Kurdistanê, êrişî axa Başûr dike lê ew bê deng dimîne û ev yek diyar dike ku hikumeta Başûrê Kurdistanê hevkarê dewleta Tirk e.

‘Kesên ku li hember sûcên dewleta Tirk bê deng in, hevkarên wan sûcan in’
27 gulan, 2021   02:58
HESEKÊ

Dewleta Tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî (P.A.D.K), Muslim Ebas ji ajansa me re der barê plan û armancên  dewleta Tirk ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de axivî û got: "Dewleta Tirk her tim ji bo têkbirina armancên gelê Kurd dixebite û ji her alî ve li dijî têkoşîna wan şer dike."

Ebas bal kişand ser bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û got: "Ev bû çend meh, dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişên li dijî axa Başûrê Kurdistanê kiriye, her wiha tevahî cureyên çek û balafiran li pêş çavên hikumeta Başûrê Kurdistanê di êrişên xwe de bi kar tîne. Ev diyar dike ku ew hevkarê van êrişan e.”

Ebas wiha dom kir: "Beriya salekê, serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir, her wiha wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got bi hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê, ew ê PKK'ê tune bikin."

Ebas piştrast kir ku dewleta Tirk bi hinceta ku PKK'ê li ser "ewlehiya neteweyî" xetere ye, her tim êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, lê berovajî wê dewleta Tirk ji bo ewlehiya neteweyî ya Kurdan xetereyeke mezin e.

Ebas destnîşan kir ku zêdetirî 34 navend û baregehên Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê hene, baregeha wan ya herî mezin li herêma Başqiyê ye û wiha dewam kir:" Îro jî dewleta Tirk hewl dide ku baregehekê ji xwe re li herêma Metîna ava bike da ku Qendîl û Dihokê ji hev qut bike."

Ebas bang li hemû hêzên kurdî û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin gelê xwe her wiha ji bo doza kurdî bixebitin, ji ber ku yekitiya partiyên Kurd bingeha avakirina yekitiya neteweyî ye.

Muslim Ebas nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hemû partiyên Kurdan ên Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe bişikînin û helwesta xwe der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de li dijî Zap û Metîna nîşan bidin. Ji ber ku dewleta Tirk her gav ji bo tunekirina HPG'ê dixebite, em hemû dizanin ku tenê gerîla ji bo azadî û aştiya gel dixebite.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rhq6JT1sxJI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>