ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-5-2021`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-5-2021`AN
26 gulan, 2021   23:00

-Şêniyên Qamişloyê şehîd Mehêr endamê Hêzên Taybet li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê saet 10:00`an oxir dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Sivîl a xeta rojavayê Minbicê têkildarî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve saet 11:00`an daxuyaniyekê dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Êdî bi hevkariya hinek dewletên cîhanê çeteyên sûrî bûne çeka derve ya Erdogan. Bi vê yekê xuyanga gelê Sûriyê li cîhana erebî û li Rojhilata Navîn reş bû û êdî li googelê têgeha çete bi gelê Sûriyê ve hatiye girêdan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistina Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî û Rêxistina Têkoşîna ji bo mirovahiyê civîna damezrîne a qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Efrîn ya li Qamişloyê saet 10:00`an li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Yekitiya Êzîdiyan a Efrînê piştrast kir ku dewleta bi awayekî domdar fikirên rizgariyê yên kurdî dike hedef ku xilasiya ji zordariyê armanc dikin û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker gundên êzîdiyan ji niştecihên wê yên resen vala dike û bi gelek rêbazan di nav de bicihkirina malbatên çeteyên li Efrînê bi taybet li gundên êzidiyan, demografiya herêmê diguhere.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kir ku armanca tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan têkbirina projeya neteweya demokratîk e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina ezmûnên astên navîn û amadehî bi zimanê dayîk (zikmakî) tên kirin ku dê di 6`ê Hezîranê de li dar kevin. Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve mîna vê gavê nehatiye avêtin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Bi şehadeta şervanên yekemîn ên YPJ'ê Bêrîvan û Silava re têkoşîna jinên Kurd geştir bû û bûne sembola Şoreşa Rojava û li tevahî cîhanê deng veda.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Muslim Ebas got dewleta Tirk li pêş çavê hikumeta Başûrê Kurdistanê, êrişî axa Başûr dike lê ew bê deng dimîne û ev yek diyar dike ku hikumeta Başûrê Kurdistanê hevkarê dewleta Tirk e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên dagirkirine li ser hemû astan siyaseta gunhertina demografîk a sîstematîk didomîne û hewl dide bakurê Sûriyê tev li dewleta Tirk bike. Ji bo wê armancê pêk bîne, li Efrînê bi taybet û li tevahî herêmên din ên dagirkirî avahiyên mêtîngeriyê ava dike. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Doktoreke ku pispora nexweşiyên zarokan e bang li welatiyan kir ku li paqijiya zarokên xwe hayedar bin, nexasim di demên guhartina pileyên germaniyê de, da ku dûrî nexweşiyên roviyan bikevin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Foca agirkujiyê yê Dêrikê ji bo pêşwazîkirina mewsimê çinînê yê îsal hin tedbîrên pêwîst bi rêya belavkirina erebeyên agirkujiyê li ser hin nuqteyên li herêmê, gir.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA