Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên dagir kirine li ser hemû astan siyaseta gunhertina demografîk a sîstematîk didomîne û hewl dide bakurê Sûriyê tev li dewleta Tirk bike. Ji bo pêkanîna vê armancê, li Efrînê bi taybet û li tevahî herêmên din ên dagirkirî avahiyên mêtîngeriyê ava dike.

Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
Avahiyên mêtîngeriyê..gavên sereke yên dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demgorafiyê ye
27 gulan, 2021   01:50
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de lezê dide xebatên avakirina avahiyên mêtîngeriyê, ku hinek dewletên Kendavê û komeleyên ewropî wan xebatan fînanse dikin. Ji Cerablusê bigire û heta parêzgeha Idlibê avahiyên mêtîngeriyê ava dikin û armanc jê guhertina binesaziya mirovî û tunekirina nasnameya şêniyên herêmê ye.

Ji 2016`an ve dema ku dagirkeriya Tirk bi awayekî yekser herêmên Cerblus, Bab û Ezaz bi behaneya şerê çeteyên DAIŞ`ê dagir kir û heta niha, artêşa Tirk tevî îsitxbarata (MÎT) li ser hemû astan demografiya herêmê diguherîne.

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên hewayî yên li dijî herêmên li ser sînorê bakurê Sûriyê û bi taybetî li bajarê Babê yê dagirkirî hin tax bi temamî rûxnadin. Her wiha baregehên leşkerî li ser wê erdnîgariyê ava kirin.

Li ser wê yekê, şêniyên taxa Şêx Eqîl a bajarê Babê yê dagirkirî ji bo redkirina bargehên leşkerî û şermezarkirina kiryarên dagirkeriya Tirk li herêmê, di demên dawîn de gelek caran xwepêşandan li dar xistin. Lê belê ew xwepêşandan ji aliyê komên çeteyan ku yekser bi fermana dewleta Tirk tevdigerin, hatin çewisandin.

DAGIRKIRINA EFÎRNÊ HEMWEXTÎ SERWERIYA HIKUMETA ŞAMÊ LI XÛTA ROLJHILAT PÊK HAT!

Bi erêkirina Rûsya û hevakariya Hikumeta Sûriyê, artêşa Tirk a dagirker tevî bi dehan komên çeteyên sûrî di destpêka 2018`an e êrişî kantona Efrînê kir. Hemwextî wê yekê karwanên hikumeta Şamê bi piştgiriya Rûsyayê ber bi gundewarê Şamê ve çûn da ku Xûta Rojhilat ji komên çeteyan rizgar bikin.

Ya balkêş ew e ku bi dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, hikumeta Şamê serweriya xwe li seranserê taxên Xûta Rojhilat ragihand. Rûsyayê jî bi lihevkirina bi dewleta Tirk re amadekariyên veguhestina çeteyan û malbatên wan ber bi Efrînê ve dikir, da ku li şûna şêniyên wê yên bi darê zorê hatine koçberkirin werin bicihkirin.

Ji wê demê ve, dewleta Tirk li bajarê Efrînê yê dagirkirî li kêleka talankirin, dizî û revandinê siyaseta guhertina demografiyê ya sîstematîk didomîne.

VEKIRINA ZANÎNGEHAN LI BAKURÊ SÛRIYÊ, NIYETÊN DAGIRKERIYEKE TIRK A MAYÎNDE LI SÛRIYÊ PIŞTRAST DIKE

Li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî ne tenê rûxandin û talankirin pêk hat, lê belê zimanê tirkî li dibistanan hate ferzkirin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryara vekirina fekulte û zanîngehan li herêmên dagirkirî da. Ji wan fekulteyan zanistên aborî û rêveberî li bajarê Babê, fekulteya zanistên îslamî li bajarê Ezazê, fekulteya perwerdeyê li Efrînê. Li gorî ajansa Anadolê ya Tirkiyê, ew fekulte wê girêdayî Zanîngeha Entabê (Dîlok) bin.

Li gorî madeyên 42 û heta 56 yên Hevpeymana Lahay û madeyên 27 heta 34 û 47 heta 87 yên Hepeymana Cinêvê, nabe ku ti desthilata dagirkeriyê li ser xakeke herêmî ya dewleteke din serwer be.

Biryara Erdogan a vekirina zanîngeh û fekulteyan li herêmên dagirkirî wekî ferzkirina serweriyê li ser xaka Sûriyê û niyeta mayîndekirina dagirkeriya Tirk li bakurê Sûriyê û tevlêkirina wê herêmê ji xaka Tirkiyê re dema ku mercên navneteweyî guncaw bin, tê hesibandin.

BAJARÊN BAKURÊ SÛRIYÊ YÊN DAGIRKIRÎ DIŞIBIN BAJARÊN TIRKIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker bajarên bakurê Sûriyê yên dagirkirî şibihandine bajarên Tirkiyê. Li wan bajaran alên Tirkiyê û wêneyên Erdogan li ser hemû sazî û daîreyên girêdayî çeteyan, dibistan, qadên giştî û kolana danîne. Her wiha navên kolan, qad û bajaran bi navên tirkî hatine  guhertin.

Li kêleka wê yekê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, rewşa ewlehiyê tevlîhev e, her tim teqîn rû didin û bi wê yekê şênî jiyaneke bi tirs û xeter derbas dikin.

Li wan herêman rojane sivîl tên revandin, bûyerên kuştin û talankirina mal û milkên sivîlan rû didin. Her wiha bi armanca koçberkirina wan, sivîl tên tengavkirin.

Dewleta Tirk bi armanca guhertina demografiya herêmê û bi taybetî ya herêma Efrînê li seranaserê bakurê Sûriyê malbatên Fililstînî, Tirkmen û malbatên çeteyan li avahiyên mêtîngeriyê bi cih dike, yên ku ji aliyê komeleyên îxwanî yên Qeter û Kiwêtê û yên ewropî ve tên fînansekirin.

Çavdêr dibînin ku dewleta Tirk hewl dide derfetekê bibîne da ku herêmên Sûriyê ji xaka Sûriyê qut bike. her wiha niyet dike ku mîsaqa millî ya beriya Hevpeymana Lozanê (1923) pêk bîne da ku carek din ji herêmên deryayî heta Mûsilê dagir bike.

Li gorî welatiyên Kurd ên li bajarê Babê yê dagirkirî, îstixbarata Tirkiyê sivîlên herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê bi kar tîne. Belgeyên sexte amade dike û îdia dike ku şêniyên herêmê esil Tirkmen in. Her wiha alîkarî û pereyan li şêniyan belav dike ji bo ku wan tev li partiyên tirkmenî bike, ku ji aliyê îsitxbarata Tirkiyê ve hatine avakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî 125 gundên Kurdan ên ji Cerablusê û heta Ezazê di bin zextê de ne.

DAGIRKERIYA TIRK 2013`AN BINGEHA PROJEYÊN MÊTÎNGERIYÊ LI SÛRIYÊ DANÎ

Dewleta Tirk a dagirker destpêka sala 2013`an komeleyek bi navê “Komeleya Etaa” ava kir, wê komeleyê barê avakirina avahiyên mêtîngeriyê li bakurê Sûriyê û heta herêmên girêdayî Idlibê girt ser xwe.

Avahiyên mêtîngeriyê destpêka sala 2014`an dest pê kir, destpêkê avahiyên niştecihbûnê hatin avakirin û piştre veguherîn kombûyînên mêtîngeriyê û malbatên ji piraniya herêmên Sûriyê tê de hatin bichikirin. Yekem car sala 2015`an 100 avahî li gundê Hemed El-Emar yê li ser sînorê Sûriye-Tikriyê li parêzgeha Idlibê hatin lêkirin.

Sala 2016`an, komeleya Etaa li bajarokê Atmê yê bakurê Idlibê 520 avahî lê kirin, di sala 2017`an de jî bi navê kombûna Etaa 748 avahî hatin lêkirin.

Li Bab û Serêkaniyê jî heman proje hate pêkanîn. Li Babê 250 û li Serêkaniyê 200 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin.

Li bajarê Cerablusê yê li rojhilatê Helebê jî di qonaxa yekemîn a projeyê de 260 avahiyên mêtîngeriyê yên bi zêdetirî şêweyekî, hatin lêkirin.

Qonaxa duyemîn a projeyê bi bavê “kombûna mirovî ya aborî” hatin naskirin û tê de li ser rûpîvana ji 38 m heta 60 m³ tê de 540 avahî hene, navendeke tenduristiyê û sûkek bazirganiyê hatin avakirin.

Di qonaxa sêyemîn de jî 800 avahî hatin avkirin. Cîgirê waliyê Dîlokê û rêveberên tenduristiyê, perwredeyê û rayedarên hin alî û rêxistinê herêmî lê amade bûn.

Projeya mêtîngeriyê li gundê El-Emrane yê girêdayî Cerablusê li ser rêya sereke ye û rê bi gund û bajarokên din ên Cerablusê ve girê dide.

Li gorî meclisên herêmî yên girêdayî çeteyan, tê payîn ku di sala 2021`an de hejmara wan avahiyan bigihêje 3 hezar û 500`î. Her wiha tê payîn ku li Ezazê 400 avahî û li Cerablusê 282 avahiyên din bên avakirin.

PROJEYÊN MÊTÎNGERIYÊ LI GUNDÊN EFRÎNA DGAIRKIRÎ

Li kantona Efrînê ya dagirkirî jî, dewleta Tirk bi destekdayîna komeleyên îxwanî yên Qeter, Kiwêt û Ewropayê di bin navên mirovî de projeyên mêtîgeriyê dan destpêkirin. Ji wan “Komeleya jiyana bi rûmet- Eyedî Beydaa- Xiwez Beydaa- Koperatîf.”

Di 15`ê Mijdara 2018`an de li ser girên li rojavayê gundê Meryemîn ê li rojavayê kantona Efrînê ya dagirkirî kombûyneke mêtîngeriyê bi navê “Qeriyê Şamiyê” ya li ser navê çeteyên Cebha Şamiyê, hata avkirin.

Komeleya El-Beyan a Qeterê jî avakirina avahiyek mêtîngeriyê li gundê Avrazê yê girêdayî navçeya Mabata yê Efrînê li qada ku şahiyên Newroêz lê dihatin lidarxistin, finanse kir. Proje li ser rûpîvana ji 1 heta 2 km e.

Li gundê Hec Hesno jî, Forma Sûriyê ku serokê berê yê opozîsyona demkî ya girêdayî çeteyan Xesan Hîto serokê wê ye, ragihand ku sasziya “Îhsan ya alîkarî û geşkirinê” ku Beraa Simûdî serokê wê ye, di 2`ê Nîsana îsal de li ser rûpîvana 40 m dest bi pêkanîna projeya avakirina 247 avahiyên mêtîngeriyê kiriye. Projeya mêtîngeriyê li ser “çiyayê şewitî” yê li nêzî çiyayê Qaziqlî yê li derdorê gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ye.

Li navçeyên Şiyê û Raco jî dagirkeriya Tirk li ser dirêjahiya xeta sînor ê ji gundê Çeqela û deşta gundê Şediya yê 3 avahiyên mêtînberiyê ava kirin. Çeteyên “Sultan Suleyman Şah” ku bi navê “Emşat” tên nasîn, ew proje finanse kirin.

Her wiha di navbera gundên Çeqela û Qermîliq de avahiyek mêtîngeriyê ji bo bicihkirina 300 malbatên çeteyên ku li Lîbyayê şer kirine, hate avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 12`ê Mijdara 2020`an de li gundê Baflûn ê êzidiyan ê girêdayî navçeya Şera bi navê “kampa hevkariyê” 70 avahiyên mêtîngeriyê ava kir.

Komeleyên Qeter û Kiwêtê yên îxwanî proje finanse kirin û 200 dolar pere li welatiyên li wan avahiyan, hatin belavkirin.

Li navenda bajarê Efrînê jî, dewleta Tirk dest danî ser erdên li taxa Eşrefiyê yên şêniyên bi navên Mehmûd Keleş, Henan Nasir û Mihemed Elî yên ji gundê Qîbarê, ji bo ku kampekê ji malbatên çeteyan re ava bike.

Her wiha li ser qiraxên çemê Efrînê yê li navenda bajêr di 4`ê Çileya 2021`an de bi piştgirî û fînansekirina rêxistinên alîkariyan xanî hatin avakirin.

Li navçeya Şêrawa jî komeleya bi navê “jiyana bi rûmet a şêniyên Filistînê 48” bi navê Besme li gundê Şadêrê yê êzidiyan 99 avahiyên mêtîngeriyê ava kir, da ku tê de malbatên Filistînê yên ku ji kampên Filistîniyan ên li Sûriyê wekî kampa Yermûk anîne, bi cih bikin.

Li gundê Xalta yê girêdayî navçeya Şêrawa vê dawiyê dewleta Tirk bi navê “Kiwêt Rehmê” û bi piştgirî û fînansekirina komeleyên îxwanî yên Kiwêtê, 300 avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Wekî gavekê ji bo avakirina kembera turkmenan li kantona Efrînê ya dagirkirî, dagirkeriya Tirk li dirêjahiya xeta sînorê ji navçeya Şera û heta navçeya Bilbilê, ji navçeya Cindirêsê û heta Raco bi dehan avahiyên mêtîngeriyê ava kirin û malbatên tirkmen tê de bi cih kirin.

Li gundê Mihemediyê û Dêrbelûtê ên Cindirêsê û li ser girê dîrokî yê navçeya Cindirêsê, li nêzî gundê Yalanqûz, li gundê Celemê û Dêwa ya jêrîn, Qulkê û Îska avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin. Komeleya bi navê El-Afad a tirkî pere û alîkariyan dide niştecihên wan avahiyan.

Li navçeya Raco jî, dagirkeriya Tirk li gundê Meydan Ekbes ê sînorî avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Dagirkeriya Tirk li navçeya Bilbilê jî 7 avahiyê mêtîngeriyê ava kirin da ku malbatên ku ji piraniya herêman anîne lê bi cih bike. dewleta Tirk di demên dawîn de bi sponseriya Rûsyayê 30 malbat ji gundê Um Betna yê Qûneytera anîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, 7 hezar û 500 malbatên Filistînî hatine herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê, ji wan 500 malbat hatine Efrîna dagirkirî.

Çavkaniyên taybet ji Efrînê ji ajansa me re ragihandin ku Rêxistina Heyva Sor a Tirkî bi hevkariya waliyê Hatay hewl didin bi sedan avahiyên mêtîngeriyê li navçeya Cindirêsê ava bikin.

Di çarçoveya guhertina demografîk de, dagirkeriya Tirk hewl dide çanda gundên êzidî yên li Efrînê tune û winda bike û Efrînê ji bajarên din ên Sûriyê qut bike.

/kr/uploads/files/2021/05/26/203646_-.webp

Têkildarî wê yekê, welatiyê bi navê Hisên Wilo yê ji şêniyên Babê ye ji ANHA`yê re got ku artêşa Tirk a dagirker sala 2016`an ket bakurê Sûriyê da ku herêmên Sûriyê wekî Lîwa Iseknedron tev li xaka Tirkiyê bike.

Wilo destnîşan kir ku ji dema ku dagirkeriya Tirk herêmên Sûriyê dagir kir û heta niha siyaseta tirkkirin û guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî dide meşandin û diyar kir ku li wan herêman rewşa ewlehiyê tevlîhev e.

Wilo daxuyand ku guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî tenê li bajarê Efrînê li ser erdê û dezgehên çapemeniyê dibînin, lê belê ew li Cerablus, Bab, Mari û Ezazê jî bi rêjeyeke mezin pêk tên û li wan herêman bi dehan avahiyên mêtîngeiryê hatine avakirin.

Wilo her wiha da zanîn ku rojane xwepêşandanên li dijî hebûna dagirkeriya Tirk li bakurê Sûriyê tên lidarxistin, lê belê zext û nixumandineke çapemeniyê heye da ku kiryarên dagirkeriya Tirk li wan herêman eşkere nebin.

Wilo teqez kir ku ew bi welatiyên Kurd ên li herêmê re ketine peywendiyê û wan gotiye ku zext li Kurdên wan gundan kirin û ew ji aliyê îsitxbarata Trikiyê ve tên bikaranîn da ku tev li partiyên tirkmenî bibin.

Welatiyê bi navê Hisên Wilo bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku yekser destwerdanê bikin û sûcên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî bi dawî bike.

/kr/uploads/files/2021/05/26/203616_-.webp

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo jî got dewleta Tirk bi awayekî berfireh guhertina demografiyê pêk tîne.

Şêxo teqez kir ku dosaya guhertina demografiyê û avahiyên mêtîngeriyê, di dema niha de dosyaya herî xeter e li ser xaka Sûriyê û armanc jê guhertina binesaziya mirovî ya Sûriyê ye.

Şêxo dauxyand ku dagirkeriya Tirk zêdetirî 4 hezar welatiyên ji piraniya herêmên Sûriyê anîn kantona Efrînê ya dagirkirî û li şûna şêniyên resen ên dane koçberkirin, bi cih kirin.

Şêxo her wiha bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk û komeleyên îxwanî zemînê amade dikin da ku herêmê bibe navenda belavkirina fikrên radîkal.

Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkî bi armanca vegerandina împeratoriya Osmanî û pêkanîna mîsaqa milî ji bo dagirkirina herêmê carek din, pêk tên.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sXZNasa5NCE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>