Erdogan çeteyên sûrî wekî çekekê bi kar tîne da ku armancên xwe yên li derve pêk bîne

Êdî bi hevkariya hinek dewletên cîhanê çeteyên sûrî bûne çeka derve ya Erdogan. Bi vê yekê xuyanga gelê Sûriyê li cîhana erebî û li Rojhilata Navîn reş bû û êdî li googelê têgeha çete bi gelê Sûriyê ve hatiye girêdan.

Erdogan çeteyên sûrî wekî çekekê bi kar tîne da ku armancên xwe yên li derve pêk bîne
27 gulan, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re ku ji ber destwerdanên derve di serê pêşîn de dewleta Tirk a dagirker veguherî aloziyekê, dewleta Tirk a dagirker deriyên xwe ji koçberên Sûriyê re vekirin û bi hezaran ji wan kirine çete. Di pêkanîna komployên xwe yên dagirkirin û mêtîngeriyê de çi li Sûriyê yan jî li dewletên Ereban bi kar anîn.

Li gorî belgeyên fermî yên Desteya Serjimariya Tirkiye, hejmara giştî ya koçberên Sûriyê zêdetirî 3 milyon û 645 hezar û 557 kes in ku bi rêjeya ji sedî 47.5 kêmî 18 saliyê ne.

Li gorî raporên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di demên dawî de "Simsarên" girêdayî Enqereyê, her wiha bermahiyên komên çeteyan di nava kampên koçberên sûrî yên li Tirkiye de belav bûne, da ku mêr û ciwanên li kampan îqna bikin ku di bin navê Tirkiye de li beramberî pereyan biçin Lîbyayê û şer bikin bi şerta ku her simsarek li hemberî her komekê hazir dike di navbera 100 heta 300 dolarî de pere bistîne.

Bi destwerdana Tirkiya ya li ser aloziya Sûriyê re têgeha çete li Sûriyê belav bû û bi buhaneya ku qaşo piştgiriya şoreşê dike,  Tirkiye piştgirî da "Artêşa Azad" ku dûre di destên Tirkiyê de bû çekek û li şûna şerê hikumeta Şamê bikin, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

ꞌDESTPÊKꞌ

Destpêkê dewleta Tirk a dagirker di êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusrayê bi kar dianîn. Êrişa destpêkê dawiya 2012`an bû ku dema artêşa Tirk a dagirker êrişî bajarê Serêkaniyê kir, piştre başûrê navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê û di nîvê 2013`an de jî êrişî Til Koçberê kir. Paşê piştgirî da çeteyên DAIŞ`ê û di dawiya 2014`an êrişî kantona Kobanê kir. Li pey jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û heta gihaşt Şengalê jî.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve, piştî ku Ixwan Muslimîn xwe dan pêş û xwepêşendan ji pêşiya mizgeftan dest pê kirin. Ixtixbarata cîhanî yên Fransa, Amerîka, Brîtanya bi alîkariya dewleta Tirk komên çekdar bi çek kirin. Erdogan piştgirî da Ixwanan. Umer diyar kir ku ne dûr e hikumeta Tirkiyê hikumeteke ixwanî be.

Umer teqez kir ku şoreşa Sûriyê ji destpêka biçekkirina kesên qaşo bi navê şoreşgeran yan jî Artêşa Azad veguherî şoreşa çetebûnê ji ber ku çekên kesên din hildan û xwe bi xwe bi çek nekirin û wiha domand: “Çek û pere ji aliyên derve û ji odeyên veşartî yên ku dewleta Tirk û Urdinê ava kirine girtin. Bi vê yek di destên dewletên cîran de bûn amûr û dewletên rojavayî jî piştgiriya perspektîfên Erdogan ên han kirin.”

ꞌÇETE KÎ NE?ꞌ

Li gorî pêveka destpêkê ya peymana Cinêvê ya 1949`an û ya girêdayî parastina qurbaniyên rageşiyên navneteweyî yên çekdar ku yekemîn peymanên navneteweyî yên têkildarî çeteyan e, çete wiha tê nasandin; çete ew her kesê ku ji aliyên herêmî yan jî derve dibe leşkerî da ku beşdarî şerekî bibe yan jî tev li kiryarên dijminane bibe.

`JI LÎBYA Û HETA AZERBEYCANÊ Û PIŞTRE LI KURDISTANÊ`

Piştî ku çeteyên Ehrar El-Şam, dûre çeteyên Cebhet El-Nusra û herî dawî jî çeteyên DAIŞ`ê têk çûn, dewleta Tirk ji bermahiyên wan çeteyan û ji penaberên sûrî yên li Tirkiye ne artêşek bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" ava kir. Ev artêş di Çileya 2018`an de bi desteka Tirkiye êrişî kantona Efrînê kir. Paşê di Cotmeha 2019`an de êrişî kantona Girê Spî û û bajarê Serêkaniyê kir. Di heman demê de dewleta Tirk ew şandin Lîbyayê da ku li kêleka hikumeta Wîfaq a Lîbyayî şer bikin. Ev jî ji aliyê rayedarên Tirk ve di gelek boneyan de hat teqezkirin. Her wiha di navîna 2020`an de dema nakokî di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de derket, dewleta Tirk ew çeteyên Sûriyê şandin wir. Herî dawî jî di êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê de bi kar anîn.

Di gelek raporên hiquqnas û rojnamevanan de hat piştrastkirin ku dewleta Tirk zêdetirî 20 hezar çeteyên Sûriyê şandine qadên şer ên li Azerbeycanê û Lîbyayê. Jê 18 hezar şandine dewletên Ereban ên li bakurê Afrîkyayê. Bi sedan ji wan li Lîbyayê û Azerbeycanê hatin kuştin. Her wiha di van raporan de hatiye gotin ku gelek nivîsgehên leşkerkirina ciwanan li herêmên di bin kontrola çeteyên Enqereyê yên li bakurê Sûriyê de hene ku Enqere piştgiriya wan dike.

Rojnamevan Delîl Zîlan ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên pêbawer got, 450 çeteyên ku tev li şerên li Qerebaxê û Lîbyayê bûne, tev li êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûne. Li gorî heman çavkaniyan, ew çete cil û bergên hêzên taybet ên Tirkiyê li xwe dikin.

ꞌJI BO SÛRIYAN BIKIN ÇETE NIVÎSGEH VEKIRINꞌ

Di gelek raporan de hat teqezkirin ku dewleta Tirk beşeke din a çeteyan hazir dike da ku bişîne Somaliyayê. Ev xebat bi rêya vekirina nivîsgehên leşkerkirina çeteyan li Efrîn, Cerablus û Babê pêk tên. Her wiha navendên pêşwazîkirin û perwerdekirina çeteyan li bajarên Terablusê yê Lîbyayê jî hatin vekirin. Li gorî Sky News`ê, beşa yekemîn derdora hezar çeteyî ye. Tê payîn wan bişînin baregehên leşkerî yên li Makadîşoyê.

Hisên Umer der barê vê mijarê de got : “Ez di wê baweriyê de me ku dewleta Tirk ji dewletên destpêkê ye ku di dîroka xwe de ji serdema osmaniyan bigire heta beriya wê jî, di dema derketina pêşiyên wan ji Mangolyayê ber bi herêmê ve wan qebîle û komên ku axên wan desteser kirin, ji bo dagirkirina herêmên din bi kar anîn. Erdogan jî heman mîrasê pêk tîne û niha wê temam dike.”

ꞌARMANCA DEWLETA TIRKꞌ

Umer bal kişand ser nuqteyeke girîng û diyar kir ku Erdogan sala 2010`an di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku ew jî beşdarî nexşerêya Rojhilata Navîn a Nû bûne û erka wan jî heye divê pêk bînin. Umer wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê dema şoreşên erebî dest pê kirin, ruxmî têkiliyên aborî yên mezin û têkiliyên girêdayî yên di navbera Tirkiye û rejîmên dewletên ku bi dewletên Buhara Ereban tên naskirin de lê Erdogan piştgirî dan wan şoreşan. Ji ber ku plansaziyek heye ku destê ixwanan di van şoreşan de hebe. Bi rastî ev yek pêk hat. Ji ber ku Erdogan serkêşiya baska tirkî ya rêxistina Ixwanan dike."

Her wiha Umer da zanîn ku li gorî ajandeyên siyasî yên pêşîn ên dewletên rojavayî û dewleta Tirk diviyabû Sûriye para Tirkiye ba. Ji ber wê dewleta Tirk bi piştgiriya dewletên ewropî û rojavayî destek da komên çekdar. Lê piştre form hat guhert bi taybet piştî mudaxeleya Rûsya di Sûriyê de sala 2015`an, êxistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiye ve û piştre avakirina hevalbendiya Rûsya û Tirkiyeyê. Umer di vî warî de gotinên xwe wiha domand: "Piştî destwerdana Rûsyayê, dewleta Tirk dev ji teoriya hilweşandina El-Esed berda û bi vê yekê tevahiya komên çekdar ên Sûriyê di destê dewleta Tirk de bûn amûr da ku ajandeyên wê bi giştî û li gorî xwestekê pêk bînin."

ꞌLÎBYAꞌ

Gotareke lêkolînê ku ji aliyê Navenda Foreign Policy Research di Kanûna 2020`an de hatiye weşandin, armancên dewleta Tirk yên li Lîbyayê di van sê xalan de rêz kirin: Dewleta Tirk dixwaze avê kontrol bike, berjewendiyên xwe yên aborî yên li Lîbyayê biparêze û dixwaze li ser astên siyasî û aborî bigihêje hemû dewletên Afrîkyayê.

ꞌAZERBEYCANꞌ

Li gorî gelek çavdêrên rewşa herêmê, serokkomarê Tirkiye hewl da hegemonya xwe li herêmeke din tam li başûrê Kafkasyayê fireh bike. JI ber wê bi rêya çeteyên sûrî piştgiriya Azerbeycanê kir. Ev yek diyar dike ku dewleta Tirk di danûstandinên xwe de bi dosyaya Ermenistan û Azerbeycanê de xwedî stratejiyekê ye ku dixwaze bibe lîstivan ne navbeynkar. Yanî dixwaze ji hegemoya herêmî derbasî hegemoya navneteweyî bibe. Armanca din a dewleta Tirk ew e ku dixwaze bi koordîneya Îsraîlê baregeheke leşkerî li Azerbeycanê ava bike. Li wir fireh bibe û împeratoya osmanî vejîne.

Komîteyeke lêpirsîner a Ermenistanê Cotmeha 2020`an bi tawana terora navneteweyî û binpêkirina qanûnên mafên mirovan a navneteweyî di şer de dozek li dijî 3 çeteyên sûrî vekir ku li rex hêzên Azerbeycanê tev li şerên li herêma Qerebaxê bûne dt. Çete ev in: Ebû Sitêf El-Hindawî, Ehmed El-Tîbî û Ebû Ziyab El-Helebî.

ꞌKURDISTANꞌ

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina Kurdan û valakirina Kurdistanê ji Kurdan, çeteyên Sûrî şandin Kurdistanê da ku kembereke sunî ya tundraw di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ava bike. Hisên Umer diyar kir ku hemû hikumetên Tirkiye li dijî hebûna Kurdan e. Ew naxwazin Kurd li cîhanê bibin xwedî maf. Ji ber wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê dike.

ꞌSOMALIYAꞌ

Çavkaniyên agahdar di dawiya 2020`an de ragihandin ku dewleta Tirk li gundê Penîreka yê girêdayî navçeya Recoyê dergeheke sînorî vekir da ku veguhestina çekdaran ji Tirkiyê re û piştre ji Somaliyayê re hêsan bike. Li gorî çavdêrên rewşa herêmê, armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew e ku Afrîkyayê û berhemên Somaliya yên enrejî û gazê kontrol bike. Dewleteke erebî mîna Misirê piştre Erebistana Siûdî dorpêç bike û windahiyên xwe yên li Sûdanê dabîn bike piştî ku rejîma El-Beşîr a ixwanî hat hilweşandin.

Li gorî hinek agahiyan, rejîma Tirk çeteyên sûrî şandine Pakistanê da ku tev li şerê li ser herêma Kaşmîrê bibin ku li ser sînorên Hindistanê ye.

`ÇIMA BERÊ XWE DIDIN ÇETEYAN?`

Bikaranîna çeteyan ji aliyê avakerên siyasetan ve, şerekî li derveyî nêrîna giştî çêdike û kêm caran nûçeyên qetilkirina wan bala çapemeniyê dikişîne. Di heman demê de çete bê exlaq in ji ber ku beşdarî şerekî dibin ku ew tê de ne alî ne. Ji ber wê sûc û kiriyaên li dijî lihevkirinên navneteweyî pêk tînin ku artêşên dewletan vê yekê nakin.

Ev tevde li pêşberî çavên raya giştî ya cîhanê û civaka navneteweyî pêk tê ku şahidên veguhastina çeteyan ne û tevî ku gelek caran dewleta Tirk îtîraf kir ku ew çeteyên sûrî li Lîbyayê bi taybet bi kar tîne, lê dîsa jî li hemberî vê yekê bê deng in. Têkildarî vê yekê nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer got hin dewletên Ewropayê piştgirî dan Erdogan di projeya wî ya têkildarî Sûriyê de ji ber wê sûc û kiryarên wê paşguh dikin.

ꞌTIRKIYE NAVÊ GELÊ SÛRIYÊ XIRAB KIRꞌ

Bi kurtayî dewleta Tirk li cîhana erebî, Rojhilata Navîn û cîhanê navê gelê Sûriyê xirab kir û di googlê de têgeha çeteyan bi gotina sûrî û Sûriyê ve girêda.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u5fs1QByLuY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>