​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû

Bi şehadeta şervanên yekemîn ên YPJ'ê Bêrîvan û Silava re têkoşîna jinên Kurd geştir bû û bûne sembola Şoreşa Rojava û li tevahî cîhanê deng veda.

​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
​​​​​​​Têkoşîna jinan bi şehadeta Bêrîvan û Silava re û bi saya YPJ`ê geştir bû
26 gulan, 2021   23:38
QAMIŞLO – SILAVA EBDULREHMAN

Bi destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava, jinan cihê xwe di berxwedan û parastina welat de girtin û li hemberî tundî û rêgezên desthilata baviksalarî, têkoşîneke bêhempa dane destpêkirin. Jinan di hemû qadan de, siyasî, civakî, çandî û aborî, leşkerî û hwd xwe bi rêxistin kirin û hêza xwe ya taybet bi navê Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) ava kir.

Di 23'yê Sibata 2013'an de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê tabûra yekemîn a jinan bi navê "Tabûra Şehîd Rûken" hate damezirand, ku bingeha avabûna YPJ'ê bû. Piştre li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tabûrên din ên jinan hatin avakirin.

2'yê Nîsana 2013'an kongreya damezrîner a YPJ'ê li bajarê Dêrikê bi diruşma "Ji bo misogeriya serkeftina şoreşê xwe di nava YPJ'ê de bi rêxistin bikin" hate lidarxistin û di 4'ê Nîsana heman salê de damezirandina wê bi awayekî fermî hate ragihandin.

Jinan bi avakirina yekîneya xwe ya leşkerî re têkoşîna xwe xurtir kir, li hemû bajar û herêmên Rojava xwe bi rêxistin kir û li eniyên şer ên li dijî komên çete ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşê bexwedana lehengî raber kirin.

Silava û Bêrîvan ên ji bajarê Efrînê, ji jinên yekemîn bûn ku tev li refên YPG û YPJ'ê bûn da ku xaka xwe, maf û rûmeta jinan biparêzin û di vê rêyê de bûne şehîdên yekemîn ên YPJ'ê.

JINA WÊREK; SILAVA

Têkoşer Meryem Mihemed bi nasnav Silava sala 1991'an li gundê Elemdar ê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê hate dinê. Meryem û birayê xwe Şiyar piştî wefata bavê wan, di zarokatiya xwe de dûrî dayika xwe di nava malbata apê xwe de ku ji 7 kesan pêk tê mezin dibin.

1'ê Kanûna 2011'an Silava wekî jina ciwan a yekemîn cihê xwe di nava YPG'ê de digire û navê "Silava Efrîn" hilgirt.

Têkoşer Silava  di sala 2012'an de dewreya yekemîn a leşkerî û fikirî dibîne û di 2013'an dewreya perwerdeyê ya pisportî di warê leşkerî û xweparastinê de dibîne û wekî fermandareke leşkerî ya meydanî erk digire. Bi wê re dibe endama Meclisa Leşkerî ya Herêma Efrînê.

/kr/uploads/files/2021/05/26/192636_.webp

Hevjîna apê şehîd Silava Emîna Dilo ku ew xwedî kiriye dibêje: "Silava ji dema ku 4 salî bû di nava malbateke welatparêz de li ser hezkirina welat de mezin bû, kesayeteke çalakî bû, ji zarokatiya xwe ve rêya heqîqetê nas kir û da ser şopa wê. Jiyana koletî qebûl nekir û dizanî ku rizgarkirina vê xakê bi şopandina xeta rêber Ocalan û şehîdan pêkan e."

Her wiha Silava şêniyên gund fêrî bikaranîna çek û xweparastinê dikir.

Silava bersiva êrişên komên çete yên 22'yê Gulana 2013'an li ser gundên navçeya Şêrawayê dan. Her wiha beşdarî berxwedana li gundê Aqîba yê navçeyê bû. Destpêkê fermandariyê daxwaza wê ya beşdarbûna şer qebûl nekir, ji ber ku jina yekane bû. Lê bi îsrara xwe ya  ji bo rakirina tola hevalên xwe yên li Helebê şehîd bûn, bi koma xwe re beşdarî şerê li gundê Basilê bû.

Li ser vê yekê Emîna Dilo dibêje, dema çeteyan êrişî Efrînê kirin, hevalên Silava qebûl nekirin ku Silava beşdarî şer bibe ji ber ku şervana jin a yekane bû, lê bi îsrara xwe beşdar bû û wê demê wiha digot: "Kurdistanê ne milkê kesekî tenê ye, lê milkê hemûyan e, di her maleke Kurd de şehîdek heye."

BÊRÎVAN MÎNAKA FEDEKARIYÊ YE

Bêrîvan Qelender bi nasnav Bêrîvan Nûcan, navê xwe ji şehîd Bêrîvan Binefş Agal girtiye, sala 1988'an li bajarê Efrînê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz de ku di salên 80'î de fikirê Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir, mezin dibe.

Bêrîvan cihê xwe di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de digire, piştre di sala 2012'an de tev li YXG'ê ku bingeha YPG'ê bû, dibe û bi avabûna YPJ'ê re jî cihê xwe di nava refên wê de digire.

Bêrîvan di navbera 2011 û 2013'an de 3 dewreyên perwerdeyê yên leşkerî dibîne. Her wiha beşdarî dewreyên fermandariyê dibe.

Li ser kesayeta şehîd Bêrîvan, xwişka wê Şaristan wiha dibêje: "Bêrîvan ji zarokatiya xwe ve koletî û serîtewandina ji adet û kevneşopiyên ku li ser jinan hatine ferzkirin û ew asteng dikir qebûl nedikir. Dema 14 salî bû zewac lê hate ferzkirin, lê piştî du salan ji hevjînê xwe veqetiya, hêviya wê ne ew bû ku di malekê de, di nava çar dîwaran de bijî. Tevî ku dayika zarokekî bû, lê ji bo doza rizgariya welatê xwe her tişt kir berdêl. Mehekê cihê xwe di berxwedana li hemberî êrişên komên çete yên li ser  Helebê de girt."

BEŞDARÎ Û CIHÊWAZIYA ROLA WÊ

Piştî ku perwerdeya leşkerî bi dawî dike, cihê xwe di eniyên pêş ên li dijî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra û yên dintir de digire, her wiha beşdarî gelek pêngavên li herêmên Cizîrê dibe. Hezkirina wê ya ji çeka wê re wekî hezkirina dayikekê ya ji zarokê xwe re bû û çekên giran û sekvanê bi kar dianî.

Şehîd Bêrîvan bi beşdarî û rola xwe ya fermandariya di nava yekîneyan de dihat naskirin û şerê têgehên baviksalarî û desthilatdariyê dikir.

Şehîd Bêrîvan ji jinên destpêkê yên ku tev li nava Yekîneyên Parastina Jin bûn û bi vîna xwe ya xurt û têkoşîna bi armanca pêkanîna armanca xwe bendên bêdengiyê şikand. Şeristan axaftina xwe wiha domand: "Xwişka min nêzî min bû, em bi hev re beşdarî her tiştî dibûn, hevala her kesî bû, mezin û biçûk, di heman demê de jineke wêrek, ewlehî û bawerî dide her kesên derdora xwe û moralên wan bilind dikir."

JI ŞEHÎDÊN DESTPÊKÊ YÊN YPJ`Ê BÛN

Dema çeteyê"Cebet El-Nusra" êrişî gundên Şêrawayê kir têkoşer Bêrîvan çeka xwe rakir û ji perwerdeyê derket da ku bi şervanan re li dijî êrişên çeteyan bisekinin, di encamê de 28`ê Gulana 2013`an gihaşt asta şehadetê. 

Şervana YPJ'ê Silava jî dema çeteyan êrişî gundê Basilê yê Şêrawayê kir, tevî 4 hevalên xwe 29`ê Gulana 2013`an gihaştin asta şehadetê, piştre bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Seydo ya navçeya Cindirêsê ya li Efrînê hate veşartin.

Piştî şehadeta Silava û Bêrîvan asta têkoşîn û berxwedana jinên Kurd ên di nava YPJ'ê de bilintir bû û bi israr têkoşîna xwe berdewam kir.

 Îro YPJ`ê ji tevahiya jinên cîhanê re bûye, nasnameya rûmet û parastinê.

ANHA