`Dewleta Tirk her fikirê ku hewl dide ji dagirkeriya wê xelas bibe, dike armanc`

Hevserokê Yekitiya Êzîdiyan a Efrînê piştrast kir ku dewleta bi awayekî domdar fikirên rizgariyê yên kurdî dike hedef ku xilasiya ji zordariyê armanc dikin û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker gundên êzîdiyan ji niştecihên wê yên resen vala dike û bi gelek rêbazan di nav de bicihkirina malbatên çeteyên li Efrînê bi taybet li gundên êzidiyan, demografiya herêmê diguhere.”

`Dewleta Tirk her fikirê ku hewl dide ji dagirkeriya wê xelas bibe, dike armanc`
27 gulan, 2021   04:09
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrişên dijwar li dijî Şengalê pêk anîn, îro dewleta Tirk projeya DAIŞ`ê li herêmê û dagirkirina Şengalê didomîne. Ev yek ji bûyerên bi serê Efrînê û serêkaniyê de hatine ne dûr in ji ber ku dewleta Tirk li hemberî Kurdên Êzidî siyaseta tunekirina koka vê pêkhateya resen dimeşîne ku bingeha hebûna Kurdan e. Ji bo wê hewl dide bi hemû rêbazan demografiya wê digihere.  

`DEWLETA TIRK BI ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ HEWL DIDE KOKÊN KURDÎ TUNE BIKE`

Hevserokê Yekitiya Êzîdiyan a Efrînê Mistefa Nebo têkildarî wê mijarê wiha got:"DAIŞ`ê ji aliyê desthildariya cîhanê ve di serî de dewleta Tirk hatiye avakirin. Dewleta Tirk çeteyên DAIŞ'ê birin Şengalê. Şengal jî ji bo Kurdan navendek dîrokî ye ku çand, ziman û mîsolojiya kurdî ya kevnar a beriya hezar salî hemêz dike. Ji ber vê yekê bi hedefgirtina Şengalê tunekirina hebûna Kurdan li rojhilata Navîn dike armanc.”

Mistefa Nebo destnîşan kir ku dewleta Tirk her tim her fikirekî yan jî tevgereke rizgarî ya kurdî dike hedef ku hewl dide ji mêtîngerî û sitemkariya bi hezaran salan a li Şengalê xilas bibe. Weke mînak fermana 3`yê Tebaxa 2014`an a kuştina êzidiyan û frotina jinan di bazaran de bi bîr xist.

Nebo da zanîn ku tevahî gefên dewleta Tirk ên êrişkirina Şengalê û dagirkirina wê, dewama projeya DAIŞ`ê ye. Nebo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî lihevkirinên di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê de di 9'ê 2020'an de gef li Şengalê xwar.

`DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ ÊZIDIYAN NEÇARÎ OLA ÎSLAMÊ DIKE`

Nebo anî ziman ku piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir û êzîdî ji gundên wan derxistin, îro hewl dide yên mane jî bi tevahï rêbazan tune bike. Her wiha dagirkeriya Tirk bi rêya çeteyên ku bermahiyên DAIŞ'ê ne mizgeftan li gundên êzîdî ava dike, malbatên çeteyan li gundên êzidiyan bi cih dike û bê navber xebatên guhertina demografiyê didomîne. Êzidiyan neçar dike ku bibin musliman û kesên ku vê yekê qebûl nekin bi rêbazên DAIŞ`ê wan dikuje û tesfiye dike. Her wiha cilên reş yên DAIŞ`ê li keçan ferz dike.

`DEWLETA TIRK SIYASETA VALAKIRINA HERÊMÊN KURDÎ YÊN ÊZÎDÎ DIMEŞÎNE`

Nebo di dawiyê de got: “Dewleta Tirk siyaseta qirkirina êzidiyan li her derê dimeşîne çi li Efrînê yan jî li Şengalê yan jî li Serêkaniyê. Ev yek bi rêya gelek belgeyan û ji aliyên gelek saziyan ve îsbat bû di nav de Komîteya Azadiya Olan a Kongresa Amerîkayê ku îsbat kir ku dewleta Tirk siyaseta valakirina herêmên kurdên êzidî û guhertina demokgrafîk dimeşîne.”

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9GEfDGSeJJA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>