Komîteya Çandiniyê heqdestê patozan diyar kir

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê heqdestê patozan ji bo çinîna genim û ceh diyar kir. Her wiha ji bo rewşên awarte hejmarên telefonan diyar kir.

Komîteya Çandiniyê heqdestê patozan diyar kir
25 gulan, 2021   14:52
REQA- EHMED EL-ELÎ

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê ji bo pêşewazîkirina hilbirînan û piştevaniya bi cotkaran û xwediyên patozan tedbîr kirin. Her wiha ji bo rewşên muhtemel ên şewatan nuqteyên agirkujiyê zêde kirin.

Komîteyê ji 18'ê Gulanê ve derî li pêşiya xwediyên patozan vekir da ku patozên xwe ruxset bikin. Wergirtina ruxsetê bi rêya yekîneyên irşadê yên li gundan didome.

Endamê Komîteya Çandinî û Avdanê Mihemed Receb diyar kir xwediyên patozan piştî ku ruxsetê werdigirin, serî li Gerînendeya Sotemeniyê dide ku 10 hezar lître mazot li gorî 4 beşan werdigire, patoz derevyî sînorê Reqayê bin û li Reqayê dixebitin, para xwe ji mazotê werdigire.

Mihemed El-Receb da zanîn ji şertên wergirtina rûxsetê ew e ku patoz bi alavên agirkujiyê û depoyên avê amade bin da ku rê li ber şewateke muhtemel a ji ber çirûska patozê bigire.

Têkildarî kiriya çinîna zeviyên avê bi rêya patozan El-Receb got: "Çinîna donimek genim bi ka bi 12 hezar lîreyên Sûriyê ye û bêyî ka bi 8 hezar lîreyên Sûriyê ye. Her wiha çinîna donimeke ceh bi ka bi 9 hezaran û bêyî ka bi 9 hezar lîreyên Sûriyê ye."

Ji ber kêmbûna baranê çandinî heta asteke mezin paşket, piraniya cotkaran zeviyên bejî berhemên dan xwediyên dewalan, ber vê yekê tu biryar têkildarî zeviyên bejî nehatin dayîn.

Mihemed El-Receb destnîşan kir ku heger xwediyên patozan li gorî vê biryarê tevnegerin dê ruxseta wî were betalkirin û patoza wî ji kar were sekiandin û werin muxalefkirin.

Bi hevkariya Tîma Bersivdayîna Lezgîn û Foca Agirkujiyê ya Reqayê, Komîteya Çandiniyê ji bo agahdarkirina li ser rewşên şewatê hejmarên telefonan diyar kirin û dewriyeyên agirkujiyê di nava zeviyên da zêde kirine.

Rêveberê Tîma Bersivdayîna Lezgîn a Reqayê Yasir El-Xemîs diyar kir ku wan 5 nuqteyên agirkujiyê li gundewarên Reqa û gundên Kerama, Selhebiyê, Retla, Hezîma û gundê Hilo ava kirine, da ku bi lez bighêjin cihê şewatan. Her wiha got, focê agirkujiyê ya li bajar jê di amadebûnê de ye.

El-Xemîs bang li tevahî şênî û cotkaran kir ku heger şewat çêbûn bi lez wan agahdar bike.

Hejmarên ku ji bo rewşên awate hatin diyarkirin wiha ne:

Bajarê Reqayê: 0934178891

Retla: 0963246290

Kerama: 0935469766

Hezîma: 09921311761

Selhebiya: 0993114921

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k0dLLqVBLnE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>