Partiyên siyasî: Dewleta Tirk tevahî hêzên demokratîk hedef digire

Partiyên siyasî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha bang li dewleta Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku van êrişan şermezar bikin.

Partiyên siyasî: Dewleta Tirk tevahî hêzên demokratîk hedef digire
25 gulan, 2021   15:39
QAMIŞLO

Partiyên siyasî yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û xizmetguzarî li herêmê civîneke berfireh li Navenda Lêkolînên Şêwirî û Diplomatîk a bajarê Qamişlo bi beşdarbûna Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd û Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis û Nezîra Gewriyê  li dar xist.

Civîn ji ragihandinê re girtî li dar ket û bi daxuyanaiyeke hevbeş ji raya giştî re bi dawî bû. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Partiyên ku beşdarî civînê bûn ev in:

Tevgera Veguhestinê ya Demokratîk (Heyet El-Tensîq), Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunist a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê- Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê,  Tevgera Çaksaziyê- Sûriyê, Desteya Niştimaîn ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokratîk, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî), Partiya Asûr a Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Niştimanî ya Azad- Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Partiya Muhafizkarên Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan, Şepêla Pêşeroja Kurdistanê û Partiya Komarî ya Kurdistanê.

Endamê  Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Muhafizkarên Demokratîk Ednan Ezo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe ne partiyekê an jî tevgerekê dike armanc, lê belê tevahî hêzên demokratîk ên kurdî, erebî, suryanî û asûrî dike armanc.

Daxuyaniya hevbeş a partiyan wiha ye:

"Derew û dûrûtiya rejîma Tirk a têkildarî mafên gelên ku di nav sînorê siyasî yê Tirkiyê de dijîn, ji hemû aliyên navneteweyî re eşkere dibe. Roj bi roj diyar dibe ku ev rejîm berdewama dewleta Osmanî ye ya ku di nava 400 salan de li djiî gelên Ermen, Suryan, Ereb û Kurd komkujî pêk anîne. Ew komkuj û qirkirinê niha dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ê ku ji bo mafên xwe yê rewa li ser xaka xwe tê dikoşîne, didome.

Êrişên ku dewleta Tirk li djiî kurdan da destpêkirin di salvegera qirkirina Ermen, Suryan û Asuran  de pêk hat ku dewleta Osmanî ya Tirk kiribû. Ev yek dide diyarkirin ku dewleta Tirk di qirkirina gelê Kurd de berdewam e. Her wiha nameyekê dide ku berdewama dewleta Osmanî ye ku gelên berê qirkirine û xeta wê didomîne. Bi hebûna rejîma Tirk dê kiryarên wiha bidomînin û bi dawîkirina faşîzma Tirkiyê dê bi dawî bibin.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê li herêmên sînor ê Başûrê Kurdistanê û Bakurê wê, her wiha êrişên li ser gundên ewle yên Suryan, Asur û Kurd binpêkirineke eşkere ji qanûnên navneteweyî û mirovî ye. Dewleta Tirk sûcên şer û qirkirina komî pêk tîne, hewl dide gelên aştîxwaz tune bikin. Tirkiyê ne partiyek an jî tevgerekê dike hedef, lê belê destkeftî û berjewendiyên Herêma Kurdistana Iraqê, her wiha destkeftiyên pêkhateyên gelê Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Heger civaka naveteweyî helwesteke xurt li hemberî binpêkirinên serdestetiya dewletan nîşan nede dê destwerdana dewleta Tirk ên li dewletên cîranê ranewestin.

Em partî û hêzên siyasî êrişên dewleta Tirk ên ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyê ku di şer de çekên qedexekirî bi kar tîne şermezar dikin.

Em banga çareserkirina doza Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi awayekî aştiyane û rawestandina êrişên nemerd ên dewleta Tirk dikin.

Her wiha em bang li dewleta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku êrişên Tirkiyê yên li ser xaka wê û binpêkirinên serdesteiya wê şermezar bikin, ji ber ku dagirkirina xaka Iraqê dike armanc, çawa ku herêmên bakurê Sûriyê dagir kir.

Divê dewletên Ereb ên têkildarî jî helwesteke xurt li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser dewleteke ku endamê Komkara Ereb nîşan bibe.

Ji ber ku ev êriş ziyanê digihîne ewlehî û aştiya navneteweyî divê Konseya Ewlekariyê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî biryar û helwesteke xurt li hemberî van êrişan bide, êrişan rawestîne û rejîma Tirk sûcdar bike.

Ji vê bingehê em piştevanî û destekdayînê didin Tevgera Rizgariya Kurdistanê di parastina doza gelên herêmê de."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6Hl17g7eIac" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>