Şandeyeke fransî bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya

Şandeyeke fransî ji bo naskirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên ku pêk anîne, serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Şandeyeke fransî bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya
Şandeyeke fransî bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya
Şandeyeke fransî bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya
25 gulan, 2021   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê şandeyeke fransî ku ji serokê Weqfeya  Daniel Mitterrand Jeremy Chaumatier, berpirsa şopandina Kar û Barên Rojhilata Navîn a Meclisa Şaredariya  Paris Maru, serokê rêxistina (URD) Veronica de Crove, her du rêveberên Weqfeya Daniel Mitterrand Philip de Calimard û Corinne Bosser pêk dihat gihaşt navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo.

Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û cîgirên wê Fener El-Giêt, Ebîr Êleya, berpirsa Nivîsgeha Serokatiyê Nafiya Mihemed û cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî  û Hawirdorê Bêrîvan Omer ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan gelek mijar, di serî de aloziya Sûriyê û beşdariya Rêveberiya Xweser a ji çareseriya siyasî re û pêkanîna biryara 2254`an û  bandora girtina dergeha Til Koçerê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin. Her wiha girîngiya ku civaka navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabin û zarokên malbatên DAIŞ`ê ji kampan derxin û li welatên wan vegerînin destnîşan kirin.

Di hevdîtina de sîstema Rêveberiya Xwseser hate pênasekirin, her wiha rewşa siyasî, aborî, girîngiya pêkanîna koordîneyê di navbera Rêveberiya Xweser û civaka navneteweyî de da ku aştî û aramî li herêmê pêk were, hate nîqaşkirin.

(eh)