Li Kobanê ji bo piştgiriya hêzên gerîla meş hate lidarxistin

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, bi dirûşmeya "Rêya we rêya me û armanca we armanca me ye" meşek ji bo destekdayîna berxwedana ji hêzên gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, lidar xist.

Li Kobanê ji bo piştgiriya hêzên gerîla meş hate lidarxistin
25 gulan, 2021   11:04
KOBANÊ

Meş ji aliyê meclisa navçeya Kobanê ve hat organîzekirin. Bi sedan şên, nûnerên partiyên kurdî û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn.

Di meşê de wêneyên rêber Abdulah Ocalan, alên kurdî û pankartên "Bijî berxwedana her sê azadîxwazan", "Bi rihê berxwedana Garê dê Bazên Zagrosê û şerê Xabûrê biser bikeve" hatin hildan.

Meş ji Qada Jina Azad ve dest pê kir û ber bi qada Aşitî ve çû. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin. Meş li qada Aşitî veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê meclisa navçeya Kobanê Osman Îsmaîl wiha axivî: "Dewleta Tirk xeyal dike ku jinûve serdema Osmaniyan vejîne. Ji ber wê jî dixwaze Rojhilata Navîn parçe bike da ku dagir bike. Divê her kes baş zanibe ku dewleta Tirk ji herêmên ku dagir kiriye, dernakeve"

Osman Îsmaîl anî ziman ku li çiyayên Kurdistanê, li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst berxwedaniyeke dîrokî ji aliyê hêzên gerîla ve tê kirin û heger were xwestin hêzên gerîla amade ne ku berê xwe bidin hemû herêman.

Îsmaîl diyar kir ku hêzên gerîla destek da ku mezintirîn rêxistina terorîsts DAIŞ`ê di Kobanê de bi bin bikeve û îro jî li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide.

Îsmaîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê baweriya me bi hêzên gerîla hebe û em bi wan re bisekinin."

(bx)

ANHA