Partiyên siyasî: Dewleta Tirk bi qutkirina avê şerê li dijî gelê Sûriyê didomîne

Partiyên siyasî yên navçeya Tirbespiyê got, dewleta Tirk şerê gelê Sûriyê bi rêya qutkirina avê li ser herêmê dike û li beramberî vê yekê jî bêdengiyeke navneteweyî û herêmî, heye.

Partiyên siyasî: Dewleta Tirk bi qutkirina avê şerê li dijî gelê Sûriyê didomîne
25 gulan, 2021   11:08
QAMIŞLO

Partiyên siyasî yên di bin sîwana MSD`ê yên navçeya Tirbespiyê qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got ev parçeyek ji şerê taybet ê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Partiyên ku beşdar bûn, PYD, Partiya Yekitiya Suryanî, PDK-S(Partî), PDKS`ê, Partiya Mûhafezkaran a Demokratîk, Partiya Nûjen û Demokratîk, Partiya Roj a Kurdistanê, Partiya El-Teyaxî(Biratî) û Partiya Kesk a Kurdistanê.

Daxuyanî ji aliyê endamê komîteya navendî ya PDK-S (Partî) Ebas Hisên ve li pêşiya navenda Hêzil a Çand û Hunerê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di demeke ku cîhan û Rojhilata Navîn di nava şer, aloziya aborî, bê aramiya siyasî, diplomatîk, şerê navneteweyî li ser berjewendî çavkaniyan, tunebûna çareseriyên rast de dijî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji îradeya gel hate avakirin,  hebûna xwe îsbat kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî êrişên dewleta Tirk û dagikririna herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna guhertina demografîk rêveberî ber bi başbûnê ve diçe wiha hate dewam kirin: "Qutkirina ava çemê Firatê, ava stasyona Elok ji ser zêdetirî 3 milyon kes hişt ku aloziyeke mirovî çêbibe û ev jî yek jî di nava bêdengiya navneteweyî û herêmî de tê kirin."

Di daxuyaniyê de, partiyên siyasî bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li aliyên ku alozî li Sûriyê çêkir bike û çareseriyeke siyasî bi beşdarbûna hemû gelê Sûriyê di diyaloga niştîmanî de, bibîne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4fZ3xsAexmw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>