Dewleta Tirk gundekî Dihokê bombebaran kir: Sivîlek birîndar bû

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundekî Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir, di encamê de sivîlek birîndar bû.

Dewleta Tirk gundekî Dihokê bombebaran kir: Sivîlek birîndar bû
25 gulan, 2021   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Dêşîş yê girêdayî Kanî Masiyê bombebaran kir, di encama bombebaranê de sivîlek bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, di encama bombebarana balafiran de, sivîlek bi giranî birîndar bûye.

Welatiyê birîndarbûyî ji bo dermankirinê, rakirine nexweşxaneya Kanî Masî. Derbarê rewşa birîndar û nasnameya wî de agahiyên zelal tune ne.