​​​​​​​Gundewarên rojhilatê Dêrazorê li ber karesateke mirovî û tenduristî ne

Rêjeya qirêjiyê di ava çemê Firatê de zêde bûye û ji ber wê gelek rewşên jehrîbûnê derketin. Bi wê yekê re herêmên rojhilatê Dêrazorê li ber karesateke mirovî û tenduristî ne.

​​​​​​​Gundewarên rojhilatê Dêrazorê li ber karesateke mirovî û tenduristî ne
24 gulan, 2021   23:43
DÊRAZOR

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî nîvê rêjeya ava çemê Firatê ji ser erdên Sûriyê girt, ji dawiya Çileya borî ve ava çemê Firatê qirêjî dibe. Niha ne mirov ne jî sewal dikarin ava çem bi kar bînin.

Ji ber neherikîna ava çem, madeyên tê de jehrî dibin. Ketina ava kanalîzasyonê li nav ava çem jî rewşê xirabtir dike. Bi taybetî li bajarokên Sûsê û Baxozê yên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li ser sînorê Sûriye-Iraqê ku nuqteya dawîn a çemê Firatê li Sûriyê ne.

Endama rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê Meryem El-Ewed li ser zêdebûna karesatê hişyarî da, bi taybetî piştî derketina rewşên jehrîbûnê ya ji ber vexwarina ava qirêjî, nexasim ku piraniya şêniyan ava xwe yekser ji çem tînin. Ji ber wê gelek kes jehrî bûne.

Meryem hişyarî da û got heke rewş bi vê rengî dewam bike dê nexweşî  belav bibin. Her wiha daxuyand ku çemê Firatê ku çavkaniya jiyanê bû, niha bûye çavkaniya xetereyê.

Meryem bang li civaka navneteweyî kir ku yekser bikevin nava tevgerê û zextê li dewleta Tirk bikin û wiha dewam kir: “Divê berpirsyariya rewşa xirab a ku dê ji ber girtina avê li herêmê derkeve, rakin.”

Endamê rêveberiya Komîteya Dezenfektekirina Ava Vexwarinê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Ebulmecîd El-Letîf jî bal kişand ser zêdebûna rêjeya qirêjiyê di ava çemê Firatê de û derketina hin madeyên jehrî. El-Letîf diyar kir ku ava çem êdî ne ji mirovan, ne ji bo sewalan, ne jî ji bo çandiniyê bi kar nayê.

El-Letîf daxuyand ku tevlêbûna ava kanalîzasyonê û madeyên kargehên pîşeyî û kîmyewî ji ava çem re, hiştiye ku rengê avê zer bibe û bêhneke genî jê belav bibe. Ji ber ku av demeke dirêj e rawestiyaye.

El-Letîf li ser xebatên dezenfektekirina ava vexwarinê got piraniya stasyonên tesfiyekirinê ji ber daketina rêjeya avê ji xizmetê derketine, her wiha alavên dezenfektekirinê (CSM) ji ber zêdebûna qirêjiyê di ava çem de, zû xirab dibin.

(cx)

ANHA