​​​​​​​Mihemed Xêr Şêxo: Dewleta Tirk demografiya herêmên dagirkirî diguherîne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo siyaseta guhertina demografiyê ya domdar a li herêmên dagirkirî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve pêk tê, şermezar kir.

​​​​​​​Mihemed Xêr Şêxo: Dewleta Tirk demografiya herêmên dagirkirî diguherîne
25 gulan, 2021   01:34
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Di çarçoveya guhertina demografîk de li gorî lihevkirinekê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de di 15`ê vê mehê de derdora 150 kes ji şêniyên gundê Um Batna yê parêzgeha Quneytrayê tevî malbatên xwe ber bi bajarê Babê yê dagirkirî ve koçber kirin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê û Gundewarên Wê Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA`yê re axivî û got: “Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên bakurê Sûriyê mîna Idlib û Efrînê dagir kirine ve, gelek rêbazên hovane meşandin ku zihniyeta dewleta Osmaniyan ya hilweşiya rave dikin.” 

Şêxo wiha domand: “Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî alên xwe li ser saziyan û dibistanan daliqandin, siyaseta perwerdeyê guhert, siyaseta tirkkirinê dimeşîne, bi awayekî fermî lîreyê Tirkiyê li wan herêman ferz kir.”

Şêxo bi bîr xist ku dewleta Tirk di vê dawiyê de ava çemê Firatê li ser herêmê qut kir, bi zanabûn demografiya herêmên dagirkirî diguhere, çeteyên Sûriyê li herêmên dagirkirî li şûna şêniyên wê yên resen bi cih kirin ku bi zorê ji war û malên xwe hatin koçberkirin.

Têkildarî lihevkirina ku di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de çêbûye Şêxo got: “Herî dawîn bi armanca pêkanîna guhertina demografîk hikumeta Şamê piştî ku bi dewleta Tirk re gihaşt lihevkirinekê, gelek malbat ji Quneytarayê şandin Babê.”

Şêxo wiha domand: “Li rex guhertina demografîk û siyaseta tirkkirinê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heqaret li malbatên ku ji gundê Um Batnayê li gorî lihevkirinê hatine kir. Çeteyên Firqet Sultan Murad li dergeha Ebû El-Zendên piştî rawestandina 30 saetan di dergehê de gule li 30 malbatên ji Um Batnayê barandin.”

Şêxo da xuyakirin ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê ev kiryarên Osmaniya nû li herêmên dagirkirî şermezar dikin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Em xwediyên vê erdê yên resen in. Mafê me di milk û malên me de heye. Her çiqas dagirkerî dirêj bike, lê teqez rojekê em ê vegerin warên xwe.”

Di dawiyê de Şêxo bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî kir ku rê li pêşiya van sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker bigirin ku hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

(şx)

ANHA