ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-05-2021
24 gulan, 2021   23:00

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo siyaseta guhertina demografiyê ya domdar a li herêmên dagirkirî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve pêk tê, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevanan diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya qutkirina avê siyaseta Osmaniyan a qirkirina gelan dimeşîne. Her wiha destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan tê wateya ku ew bi dewleta Tirk re hevkar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Ezmûnan a herêma Cizîrê kartên ezmûnan ên refên 9 û 12`an amade kirin û li xwendekaran dest bi belavkirina wan kir. Ji bo cihên ezmûnan jî 64 navend hatine amadekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra El-Elî ya Reqayê Remedan El-Rehal anî ziman ku dem hatiye ku itîraf bi rêveberiya 6 milyon kesî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parlementerê berê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dide serkeftineke ji hedê xwe zêde pêk bîne û got "Hem ji aliyê teknîkî, hem jî ji aliyê pratîkî ve qada berxwedanê dijwar û mezin dibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiyên siyasî yên Tirbespiyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyekekê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Tevlêbûna pêngava seferberiya giştî ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ragihandiye her ku diçe zêdetir dibe dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Welîd Mihemed Nûrî  di nava rewşên zehmet ên koçberiyê de û paşketina rewşa aborî de çêkirina guldankan hilbijart û ji xwe re wek karekî dît. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêjeya qirêjiyê di ava çemê Firatê de zêde bûye û ji ber wê gelek rewşên jehrîbûnê derketin. Bi wê yekê re herêmên rojhilatê Dêrazorê li ber karesateke mirovî û tenduristî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê destnîşan kir ku 26 navend ji bo wergirtina genim û ceh a ji cotkaran li hatine veqetandin û got: "Em texmîn dikin ku miqdarê genim ê ku dê were navendan bigihêje 500 hezar tonî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Oldar û rûspiyên eşîrên Şedadê banga parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin kir û diyar kir ku tu kes nikare hevgirtin û biratiya gelan a li herêmê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA