Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hewl dide rewşa li Siwêdayê aram bike

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa başûrê Sûriyê, tevgerên Qeterê yên li Lîbyayê û rewşa Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hewl dide rewşa li Siwêdayê aram bike
24 gulan, 2021   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

’HIKUMET HEWL DIDE REWŞA LI SIWÊDAYÊ ARAM BIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Piştî çend rojan ji tevgerên li dijî rejîmê û li dijî hilbijartinên serokatiyê li bajarê Siwêdayê, hikumeta serok Beşar El-Esed 5 milyar lîreyên Sûriyê da parêzgeha Siwêdayê ya başûrê welêt. Tê payîn ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê çarşema bê pêk werin û careke din El-Esed tê de bi ser bikeve.

Çavkaniyên çapemeniyê yên fermî diyar kir ku serokê Meclisa Wezîran Hisên Ernûs duh tevî 13 wezîrên din serdana Siwêdayê kiriye.

Piştî çend salan ev cara yekemîn e ku şandeyeke hikumetê û hejmareke wezîran bi vê rengî serdana parêzgeha Siwêdayê dike. Çavkaniyên xwecih ên li bajêr jî da zanîn ku ev serdan ji bo aramkirina rewşê beriya hilbijartinên serokatiyê pêk hatiye.

Bi dehan şêniyên parêzgehê daxuyaniyek dabû û hilbijartinên serokatiyê bi temamî red kiribûn.”

‘QETER JI BO MAYÎNDEKIRINA HEBÛNA XWE YA LEŞKERÎ Û EWLEHÎ LI LÎBYAYÊ KETIYE TEVGERÊ’

Rojnameya El-Ereb jî behsa tevgerên Qeterê li Lîbyayê kir û wiha got: “Ji serdana wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî ji bo paytexta Lîbya Terablusê diyar bû ku Dewha hewl dide hebûna xwe ya leşkerî û ewlehî li Lîbyayê mayînde bike.

Wezîrê karên derve yê Qeterê ragihand ku komîteyek hatiye avakirin û dê peymanên berê di navbera Dewha û Terablusê de hatine îmzekirin, nîqaş bike.

Şêx Mihemed Ebdulrehman Al Sanî teqez kir ku helwesta welatê wî li hemberî Lîbyayê nayê guhertin û ew piştgiriya xebatên siyasî yên bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin.”

‘ŞERÊ LI XEZAYÊ BI DAWÎ BÛ… GELO DERFETEKE SIYASÎ HEYE?’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Filistînê wiha nivîsî: “Piştî ku şerê li Xezayê bi dawî bû, rêveberiya Amerîkayê hewl dide xebatên siyasî ji nû ve dest pê bike. Nexasim ku ji bo fînansekirina ji nû ve avakirina Xezayê, Amerîka şertê hebûna rêgeheke siyasî datîne ku hikumeta Filistînê û NY`yê çavdêriya pêkanînê bikin.”

(cx)