Ji ber qutkirina ava Firatê koçberên Girê Spî di nava zehmetiyan de ne

Li kampa koçberên Girê Spî ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, krîzeke mezin a ava vexwarinê heye.

Ji ber qutkirina ava Firatê koçberên Girê Spî di nava zehmetiyan de ne
24 gulan, 2021   06:23
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 3 mehan ve para Sûriyê ji ava çemê Firatê qut kiriye. Qurkirina ava çem bandoreke neynî li tevahî jiyana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Bi qutkirina avê re saetên xebitandina pompeya Refi ya Til Semin a li gundewarê Reqayê kêm bûn û vê yekê bandor li xebitandina pompeyê ku avê dide kampa koçberên Girê Spî jî kir.

Di halê hazir de pompe di her 48 saetan de, tenê 4 saetan ji bo dabînkirina ava vexwarinê tê xebitandin, lê bi hatina havînê re ev yek têra dabînkirina ava vexwarinê ya ji bo kampê nake.

Kampa koçberên Girê Spî bi rêya torên ku li tevahiya aliyên kampê hatine belavkirin, ava xwe ji pompeya Refi ya Til Semin dikişîne.

Koçbera bi navê Şêrîn Hiso got:"Ji beriya du rojan ve av li cem me qut bûye û beriya wê agahî nedan ku herî kêm em ava vexwarinê têra xwe dagirin."

Koçberê bi navê Ebdurehman El-Hemed jî axivî û diyar kir ku hemû koçber zehmetiya krîza ava vexwarinê dikişînin û ger bi vî rengî bimîne, dê nikarin li kampê bimînin.

Ebdulrehman ev li gotina xwe zêde kir:"Tirkiye piştî  bajar û gundên me dagir kir û em koçber kirin, em li kampan bi cih bûn, lê dîsa jî bi qutkirina avê ya li ser me şerê me dike."

Şêrîn û Ebdulrehman bang li aliyên peywendîdar kir ku ava vexwarinê ji wan re dabîn bikin, nexasim ku demsala havînê ye û pêwîstiya wan bi avê zêdetir dibe.

Rêveberiya kampa ji ber derfetên kêm nikare vê pirsgirêkê çareser bike û sehrîcan peyda bike da ku ev pirsgirêk sivik bibe.

Li kampa koçberên Girê Spî 3 hezar û 530 koçberên ji kantona Girê Spî û gundewarê wê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên 9`ê Cotmeha 2019`an koçber bûn, hene.

(eh)

ANHA