MSD: Em beşdarî hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê nabin

MSD`ê diyar kir ku wan gelek caran ragihandiye ku hibijartinên ku armancên gelê Sûriyê pêk naynin, wan têkildar nakin û got “Hikumeta Şamê dan û standin û lihevkirinan asteng dike. Em beşdarî hilbijartinên serokatiyê nabin.”

MSD: Em beşdarî hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê nabin
24 gulan, 2021   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da. Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

“Meclisa Sûriya Demokratîk gelek caran ragihand ku hilbijartinên armancên gelê Sûriyê pêk naynin û maf û hebûna wan a siyasî temsîl nakin, wan têkildar nakin û dê rê nede xebatên hibijartinan ên li dijî biryara navneteweyî ya 2254’an.

Ruxmî ku me gelek caran hewl da ji bo pêkanîna pêşketineke siyasî bi hikumeta Şamê re dan û standinan bikin jî, lê ew yek pêk nehat. Desthilata Şamê hemû lihevkirin û hevdîtin asteng kirin û armanca wê ferzkirina nêrîna xwe bû bêyî ku mafên mirovan di ber çavan re bigire.

Li ser vê yekê, rejîm û opozîsyon berpirsên hemû sûcên li dijî gelê Sûriyê û berpirsên astengkirina dan û standinên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254`an in. Li gorî wê biryarê divê desteyeke hikumeta demkî bê avakirin, atmosfereke ewle bê peydakirin û destûreke nû bê sazkirin ku li gorî wê hilbijartinên durist ên bi çavdêriya navneteweyî pêk bên, da ku alozî bi dawî bibe.

Wek MSD em teqez dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin. Helwesta me nayê guhertin. Beriya dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, berdana girtiyan, vegera penaberan, danîna bingehên nû yên siyasî yên dûrî zordariyê û serweriya hêzeke siyasî ya bi tenê û di atmosfereke demokratîk de ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê dipejirîne û wekheviyê bêyî cudakarî û dûrxistin pêk tîne, dê tu hilbijartin tune bin.”

(cx)