​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-05-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-05-2021
22 gulan, 2021   23:00

- Piştî dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kir û encamên wê zêde bûn, mezintirîn projeya avê ya li gundewarê bakurê Reqayê (Pompeya Refi ya Til El-Seman) her ji 48 saetan tenê 4 saetan dixebite.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mezargeha Diyarê Felekî ya li navçeya Tirbespiyê xwedî cihekî pîroz ji bo êzidiyên li herêma Cizîrê ye. Mezargeh bi qube û dara hêviyan meqseda êzidiyan di her boneyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê meşek ji bo piştgiriya hêzên gerîla ku berisva êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didin, li dar dixe. Saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Hiqûqnas Beşîra Cemaledîn got, dewleta Tirk bi qutkirina avê bi çarenûsa bi milyonan mirov dilîze. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dawî li sûcên dewleta Tirk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hisên Osman bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Sûriyê yên dagirkerî rawestîne. Her wiha bang li gelê Sûriyê kir ku ji siyasetên dagirkeriyê hişyar bin û teşhîr bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Nivîskar û analîzvanê siyasî Ehmed Şêxo got dewleta Tirk avê wek çekekê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û êrişî çiyayên Kurdistanê dike ku armanca xwe ya sereke dagirkirina herêman e ku wek beşeke Mîsaqa Millî dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Li Xezayê ku di nava 11 rojan bê naveber de şerekî giran lê qewimî û ziyanên mezin bi xwe re anîn, agirbest hate ragihandin. Piştî agirbestê xelkên wê li ser birînên kûr, birînên windahî û wêranbûnê şiyar bûn.Li gorî şahidan, demeke dirêj pêwîst e heta ku xelkê wê karibe van deman derbas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Di hefteya borî de siyasetên koçberkirin û guhartina demografiya herêmên Sûriyê ji hêla Rûsya, Îran û Tirkiyê ve careke din dest pê kir, her wiha çete û malbatên wan ji başûr ber bi bakurê Sûriyê yê dagirkirî ve hatin veguhastin. Li aliyekî din ji ber hewldana Erdogan a ku doza Filistînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, aloziya di navbera dewleta Tirk û Amerîkayê de kûrtir bû. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrezorê got: "Rêveberiya Xweser ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew vîna gelên herêmê temsîl dike û çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Projeyên xwedîkirina mirîşkan a li navçeya Til Hemîsê heta astekê ji debarê re dibe bersiv, di heman demê de pêwîstiyên bazarên navçeyê û yên bajarên herêma Cizîrê jî goştê mirîşan dabîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA