​​​​​​​Panorama hefteyê: Garantorên Astanayê guhartina demografî ya li Sûriyê temam dikin

Di hefteya borî de siyasetên koçberkirin û guhartina demografiya herêmên Sûriyê ji hêla Rûsya, Îran û Tirkiyê ve careke din dest pê kir, her wiha çete û malbatên wan ji başûr ber bi bakurê Sûriyê yê dagirkirî ve hatin veguhastin. Li aliyekî din ji ber hewldana Erdogan a ku doza Filistînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, aloziya di navbera dewleta Tirk û Amerîkayê de kûrtir bû.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Garantorên Astanayê guhartina demografî ya li Sûriyê temam dikin
23 gulan, 2021   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa tevgerên Rûsya li Sûriyê, rageşiya dawî ya li Filistînê û bikaranîna doza Filistînê ji hêla Erdogan ve û aloziya Lîbyayê kirin.

ꞌRÛSYA ÇEKDARÊN SÛRÎ DIŞÎNE HERÊMÊN JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE HATINE DAGIRKIRINꞌ

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat îşaret bi berdewamkirina Rûsyayê ya ji siyaseta guhartina demografiya li herêmên Sûriyê ya bi hevkariya dagirkeriya Tirk û Îranê kir û di vê derbarê de rojnameyê diyar kir ku hêzên Rûsyayê duh 159 komên çekdar ji gundewarên Qinêtrayê ya başûrê welêt şand herêmên li bakurê Sûriyê di bin kontrola artêşa Tirk de.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh ragihandibû ku 3 wesayît derbasî bajarokê Um Batîne yê parêzgeha Qinêtrayê bûn da ku 30 çekdaran tevî malbatên wan derbasî bakurê Sûriyê bikin. Ev gav jî piştî peymana di navbera şaxê ewlekariya leşkerî ji aliyekî ve û di navbera komîteya navendî ya Hewran û hin rûspiyên herêmê de ku bi navbeykariya Rûsyayê pêk hatiye, hate pêkanîn. Tê payîn ku berê wesayitan li herêma Bab a dagirkirî be ya li gundewarên bakurê rojhilatê Helebê be.

AMADEKARIYÊN KONGREYEKE NAVNETEWEYÎ JI BO DERXISTINA ÇETEYAN Û HÊZÊN BIYANÎ JI LÎBYAYÊ

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Çavkaniyên siyasî ji El-Beyan re eşkere kirin ku amadekariyên lidarxistina kongreyeke navneteweyî ya nû têkildarî Lîbyayê de tê kirin. Ev yek di çarçoveya hewldanên piştgiriya hikumeta nû, biserxistina qonaxa demkî û pêkanîna hilbijartinan dawiya îsal de, pêk tê. Îxwan ên ku radestkirina biryargeh red dikin, li pêş serokê nû yê istixbaratê Hisên El-Xaib astengiyan derdixin.

Li gorî hin raporan, Almanya û Îtalya hewl didin destpêka meha bê kongreyeke navneteweyî li dar bixin da ku zextê ji bo derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji Lîbyayê, bikin. Ji aliyekî din ve, hikumeta Lîbya di dema niha de ji bo xurtkirina agirbestê rastî gelek astengiyan tê.”

HEWLDANÊN ERDOGAN ÊN KEYBAZKIRINA DOZA FILISTÎNÊ ALOZIYA BI AMERÎKAYÊ RE KÛRTIR KIR'

Têkildarî doza Filistînê û bikaranîna wê ji aliyê dewleta Tirk ve, rojnameya El-Ereb got: "Hewldanên serokkomarê Tirk Erdogan ên keysbazkirina şerê li Xezayê yê navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de da ku destkefiyên siyasî bi dest bixe, bi kûrkirina aloziya xwe bi Amerîkayê re nexasim bi rêveberiya nû re, tacîdar bû.

DYA`yê daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî gelê Cihû şermezar kirin û da zanîn ku ev yek dikeve çarçoveya dijminahiya Cihûyan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA`yê Ned Price roja sêşemê ragihand ku DYA`yê daxuyaniyên serokkomarê Tirk Erdogan ên têkildarî gelê Cihû bi tundî şermezar dike. Ned Price got: "Zimanê li dijî Cihûyan (antîsemîtîzm), li tu deveran cihê xwe tune ye."