Artêşa Tirk ji waliyê Urfayê re malekê li Girê Spî ya dagirkirî ava dike

Çavkaniyên herêmî ji hundirê kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji bo waliyê Urfayê malekê li kantonê ava dike dike.

Artêşa Tirk ji waliyê Urfayê re malekê li Girê Spî ya dagirkirî ava dike
22 gulan, 2021   19:56
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan artêşa Tirk a dagirker niha li kantona dagirkirî malekê ji bo waliyê Urfayê ava dike.

Çavkaniyan eşkere kir ku cihê malê nêzî avahiya dadgeha kevn ji aliyê rojavayê ve ye.

Çavkaniyan da zanîn ku waliyê tirkî yê ku du caran serdana kantonê kir û ew xwediyê fermanê di tevahî mijarên xizmetguzarî û leşkerî li kantonê de ye. Her wiha avakirina malekê jê re, tê destnîşankirin ku ew li Girê Spî bi cih bibe, da ku dewleta Tirk bi awayekî fermî bike wîlayeta xwe.

(eh)

ANHA