Meclisa Leşkerî ya Minbicê encamên şerê li gundê Catê eşkere kirin

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê encamên êrişên duh ên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker a  ên li gundê Catê û bersivdayîna êrişan eşkere kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê encamên şerê li gundê Catê eşkere kirin
22 gulan, 2021   20:03
NAVEND NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî hewldana duh a çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Catê yê bakurê rojhilatê Minbicê û têkbirina hewldanê ji aliyê şervanên meclisê ve daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin :"Roja 21`ê Gulana 2021'î di saet 02:30’an piştî nîvroj de, komên çete yên Mertala Firatê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, hewl dan nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Cat ê bakurê rojhilatê Minbicê dagir bikin, lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi hemû hêza xwe bersiv da û di encamê de 3 çete hatin kuştin, ên din reviyan û çekên wan ketin destên şervanan."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemwextî êriş û hewldana ketina gund, Tirkiyê bê serûber gundên Cat û Hoşeriyê bi çekên giran û navîn da ber topbaan da ku cenazeyên kuştiyên xwe rakin. Her wiha hate gotin ku ji baregeha dagirkeriya Tirk a li gundê Qîrata yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê ve 50 top avêtin her du gundan.

Navenda Çapmeniyê daxuyand ku ji ber topbaranê gelek malên sivîlan hatin hilweşandin û tirs di nava welatiyên her du gundan de çêkir. Her wiha ragihand ku topbaran heta saet 07:00 êvarê berdewam kir û di encamê de rûbereke mezin a zeviyên çandiniyê li gundên Cat û Hoşeriye şewitî.

(eh)

ANHA