​​​​​​​Partiya Yekitiya Suryan banga boykotkirina hilbijartinên Sûriyê kir

Partiya Yekitiya Suryan lidarxistina hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê red kir û bang li gelê Suryan, Asûr û hemû gelên Sûriyê kir ku hilbijartinan boykot bikin.

​​​​​​​Partiya Yekitiya Suryan banga boykotkirina hilbijartinên Sûriyê kir
21 gulan, 2021   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryan daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî û malperên tevna civakî belav kir û tê de diyar kir ku ew hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê ku di 26`ê Gulanê de dê li dar bikevin, red dikin. Her wiha bang li gelê Suryan û Asûr kir ku hilbijartinan boykot bikin.

Partiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku armanca lidarxistina mîna van hilbijartinan ew e ku hikumeta Şamê hegemonyaya xwe ya li ser li herêmên ku kontrol dike, zêde bike. Her wiha hewl dide rewabûnê bi dest bixe da ku xwe ji aloziya siyasî û aborî xilas bike. Ev yek jî dide diyarkirin ku ew tenê çareseriyên leşkerî û ewlehî esas digire û çareseriyên siyasî yên li gorî biryara 2254`an a NY’yê red dike.

Partiyê teqez kir ku ew bi çareseriya siyasî û pêkanîna demokrasiyê ya ber bi Sûriyeke azad, demokratîk, pirreng û nenavendî re ne û bang li hemû sûriyan kir ku li hemberî rejîma zordest bisekinin. Partiyê got ew lidarxistina hilbijartinan red dikin û bang li gelê Suryan, Asûr û hemû gelê Sûriyê kir ku hilbijartinan boykot bikin, ji ber ku beşdarbûn tê wateya berdewamkirina kuştin, koçberkirin û girtinê.

Her wiha partiyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku biryarên xwe çalak bike û berjewendiyên gelê Sûriyê wekî armanceke ku divê pêk were, nîşan bide da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ya li gorî hemû aliyên Sûriyê û şer û destwerdanên derve yên di Sûriyê de rawestîne.

(şx)

ANHA