Gelo Kurd derveyî parastina peymana qedexekirina çekên kîmyewî ne?

OPCW'yê ragihand ku ji sedî 98 ji nifûsa cîhanê di bin parastina peymanê de dijî  û ji sedî 98 depoyên çekên kîmyewî yên ku dewletan ragihandine, hatine rûxandin. Lê ya herî girîng, gelo Kurd ji sedî 2 ên li derveyî parastina peymanê ne? Gelo dewleta Tirk ji dewletên ku ji sedî 2 ji depokirina wê ya kîmyewî nehatiye rûxandin?

Gelo Kurd derveyî parastina peymana qedexekirina çekên kîmyewî ne?
21 gulan, 2021   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ji gelek rêxistinên hikumetan pêk tê û navenda wê li Lahay a Hollandayê yê. OPCW'yê desteyeke cîhanî ye ku çavdêriyê li peymana qedexekirina çekên kîmyewî dike. Li gorî rêxistinê, çekên kîmyewî madeyên kîmyewî ne ku ji bo kuştinê yan jî ziyanan tên bikaranîn.

OPCW'yê bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike. Li ser vê peymanek bi rêveberiya OPCW'yê re îmze kir û di 1997’an de kete pratîkê. Rêxistina çêkirina çekên kîmyewî, depokirin û bikaranîna wê qedexe dike. Dewleta Tirk ji dewletên peymanê îmze kirine ye.

193 dewletan Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî îmze kir, li gorî rêxistinê, ji sedî 98 ji nifûsa cîhanê di bin parastina peymanê de dijî û hate piştrastkirin ku ji sedî 98 ji depoyên çekên kîmyewî yên ku dewletên ragihandiye, hatin wêrankirin.

Armanca sereke ji Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî bi rêya qedexekirina jinûve nûjenkirin, çêkirin û depokirina çekên kîmyewî û parastina wê yan jî veguhastin û bikaranîna wê ji dewletên alî ve tunekirina tevahî çekên wêranê ye. Divê dewletên ku peyman îmze kirine ji bo pêkanîna qedxeyê  de tedbîran bigirin.

Li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî, her madeyeke kîmyewî ji bo şer were bikaranîn, li gorî vê peymanê çekeke kîmyewî ye. Erka herî girîng a aliyên vê peymanê pêkanîna vê qedexeyê û tunekirina hemû çekên kîmyewî yên heyî ye. OPCW'yê  çavdêriya li ser wêrankirina van çekan dike.

Ji girîngtirîn berjewendiyên Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî, avakirina komîteyeke venêrîna li ser ewlehiya pîşeyî ya taybet bi peymanê ye, da ku hêz bide wê ku lêpirsînên di idîakirina bikaranîna çekên kîmyewî de çêke. Ev komîteyeke serbixwe û pîşeyî ye, lê heke komîteya lêpirsînê dît ku dewleteke ji dewletên peymanê bendên wê bin pê kirin, divê li pêşiya wê bisekine yan jî mafên dewleta alî û berjewendiyên wê li gorî peymanê taloq bike, heta ew tedbîrên guncaw ên pabendiya bi peymanê dike.

Ji taybetmendiyên herî girîng ên Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî, derfetên pêkanîna venêrîna bilez ên li gorî gumanan amade dike. Her wiha destûrê dide her dewleta alî ku li ser peymana dewleta din a peymanê gumanê dike, ku ji rêvebirê giştî bixwaze tîmeke venêrînê bişîne dewleta ku nepabendbûna wê tê gumankirin. Li gorî wê tedbîra venêrînê tê kirin. Li gorî tedbîra "venêrîna bipêşbirkî" ya ku peymanê derfet daye, dewletên alî soz da ku li gorî rêgeza tedbîrên xebatên venêrîna li ser xaka wê di çi demê de û çi cihî de pêk bîne û mafê wê yê redkirinê tune ye.

Lê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê ya 21’ê Gulana 2016’an de bi bombeyên fosfora spî ya qedexekirî, her wiha bombekirina gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî di 16’ê Sibata 2018’an de bi gaza klora jehrî de bê deng ma.  Lê ya herî kirêt jî, rêxistinê lêpirsîna têkildarî di bikaranîna gaza fosfora spî li dijî herêmên Serêkanyê di Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk ve red kir. Di wê demê de rojnameya The Times a Brîtanyayê pirsa sedema redkirina lêpirsînê kir

Hiqûqnasê misirî Ehmed Receb wiha got: "Çekên kîmyewî, çeka wêrankirina giştî ye û li dijî sivîlan bi taybet tê bikaranîn, tê de madeyên jehrî hene, ji bo kuştin an jî birîndarî yan jî astengkirina demkî ye,  bikaranîna wan li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî hatiye qedexekirin û heta nêzî tevahî dewletên cîhanê li ser îmze kiriye."

Heger mirov li helwestên navneteweyî û yên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî yên girêdayî bikaranîna çekên kîmyewî binêre, dê bibîne ku durûtiyê di qanûnên xwe de dimeşîne. Bo nimûne, Amerîka li gorî agahiyên li ser hebûna çekên kîmyewî di 2003’yan de derbasî Iraqê bû û bi daxwaza Fransayê 2018’an însiyatîfek ava kir ku 39 dewlet tevlê bûn. Armanca vê însiyatîfê tedbîrên li dijî hikumeta Şamê bigire ku di 4’ê Sibata 2018’an de li bajarê Seraqibê çekên kîmyewî bi kar anî. Her wiha bernameya nukleerê ya Îranê heta niha rojeva raya giştî ye. Dîsa jî civaka navneteweyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî di dema bikaranîna çekên kîmyewî li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Garê, Avaşîn, Zap û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tu helwest nîşan neda.

Pirsa xwe li vir xwe dide der jî ew e, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî dibêje ji sedî 98 ji nifûsa cîhanê di bin parastina peymanê de dijî û ji sedî 98 ji depoyên çekên kîmyewî ya ku dewletan ragihandiye, wêran kiriye. Gelo ji sedî 2 ên li derveyî parastina peymanê me ne Kurd in? Gelo dewleta Tirk ji nava wan dewletên ku ji sedî 2 ji depoyên wê ya kîmyewî nehatiye rûxandin.?

Tevî bangên bênavber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrîn û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên girêdayî bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve lê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî heta niha li gorî rêgez û taybetmendiyên xwe ya amadekirina tedbîra "venêrîna lezgîn a li gorî gumanan tev negeriye. Di vê dawiyê de KCK’ê jî girêdayî mijarê banga avakirina komîteyeke lêpirsînê û şopandina rastiyan, kir.

Receb eşkere kir ku rêbaza herî guncaw ji bo têkbirina durûtiya civaka navneteweyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ew eku zext li ser wan were kirin, sûcên ku artêşa Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne werin belgekirina û bi rêya ragihandinê werin teşhîrkirin, her wiha têkilî bi rêxistinên pêywendîdar re werin domandin.

Receb diyar kir ku divê zext li ser civaka navneteweyî were kirin û wiha bi dawî kir: "Mafê hikumeta Iraqê heye ku lêpirsîna navneteweyî li dijî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî û yên qedexekirî li ser xaka wê bi kar tînin veke, her wiha hikumeta herêma Kurdistanê jî dikare li ser mijarê gilînameyekê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bike."

(fr)

ANHA