Li Îsraîl û Filistînê agirbestê dest pê kir

Piştî 11 rojan ji topbarana di navbera Îsraîl û komên Filistînê de  ku di encamê de 240 kesên piraniya wan ji Xezayê hatin qetilkirin, agirbest di navbera her du aliyên navborî de hate ragihandin.

Li Îsraîl û Filistînê agirbestê dest pê kir
21 gulan, 2021   07:44
NAVEND NÛÇEYAN

Vê sibê agirbestê dest pê kir û serokê Amerîkayê Joe Biden beriya niha gotibû ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dema agirbestê jê re piştrast kiribû. Biden gotibû: "Agirbest derfeteke rastîn da pêşketinê ye."

Meclisa Wezîran a Ewlekariyê ya Îsraîlê piştrast kir ku li Xezayê beriya çend saetan agirbestê dest pê kiriye. Meclisê bi daxuyaniyekê ev eşkere kir: "Meclsia Wezîran a Ewlekariya Siyasî daxwazên tevahiya endamên ewlekariyê, fermandariya artêşê, serokê Saziya Ewlekariya Hundirîn, serokê Mossadê û serokê Meclisa Ewlekariya Neteweyî bi erêkirina însiyatîfa Misirê ya têkildarî agirbesta her du aliyan bêyî şertan erê kir û dê di demeke pêş de bikeve pratîkê."

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê artêşa Îsraîlê 232 filistînî qetil kirin, jê 65 zarok, 39 jin û 17 ên temenmezin in, her wiha hezar û 900 welatî jî birîndar bûne, ji wan birînên 90 kesî xeter in.

Raporên Îsraîlê  îşaret pê kir ku di encama tobparanê de, 13 îsraîlî  hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

(eh)