50 saziyên Kurdan ên li Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk bang kir

50 saziyên kurdistanî yên li Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bang kir ku bi ruhê Kobanê li ber dagirkeriyê rabin.

50 saziyên Kurdan ên li Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk bang kir
21 gulan, 2021   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Nûnerên saziyên Kurdistanî li bajarê Koln ê Almanyayê li hev civiyan û li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk biryar da ku bi hev re tev bigerin û maseyeke krîzê ava kirin.

Maseya krîzê ji bo rabûna li ber dagirkeriyê hate avakirin û ji her saziyekê nûnerek cihê xwe di nav de digire.

Bi navê 50 saziyan, hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, Ronak Ahmet (KNK), Mimamed Haci Ahmet (Hizbî Sûî Kurdistan), Mahmût Davût (P.D.K.S.), Goran Babaaîl (Tevgera Goran), Dersim Alalî (PYD), Sabrî Eryîgît (PÎK), Nebez Abdullah (hunermend), Hafiz Tûrhali (CÎK), Çiya Mihemedî (Komala), Haci Çelîk (NAV-YEK), Ferîdûn Knjrînî (rojnamevan), Diyar Başû (KCDK-E Başûr), Îbrahîm Vesta Hasan (Pêşmergeyê Derîn), Yildiz Fîlmcî (KON-MED), Ahmad Hbash (Dîwana KCDK-E), K. Îmad (Herwesî), Bedran Mosa (PDKS), Mohammad Daoûnd (PDKS), Engîn Sever (FED.MED) û Alî Aydin (FEDA) tev li civînê bûn.

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç li civînê axivî û anî ziman ku dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê li dijî PKK'ê ye, dagirkerî li dijî tevahiya Kurdan e û destnîşan kir ku Kurd bi hevre tevbigerin dikarin pêşî li vê êrişê bigirin.

Koç anî ziman ku li her qada ku Kurd lê ne wezîfeyên mezin dikevin ser milê rewşenbîr, nivîskar, sazî, hunermend, siyasetmedaran û destnîşan kir ku ew bang li her kesî dikin ku ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk bi berpirsyarî rabin.

Beşdarên civînê jî diyar kir ku dagirkerî li dijî tevahiya Kurdan e û armanca xwe jî qirkirin e.

Di civînê de biryar hate dayîn ku li gelek welatên Ewropayê û li Tirkiyê li dijî operasyonên dagirkeriyê çalakî bên lidarxistin.