Biryara 123'yan îsbat dike ku gel xwe bi rêve dibe

Biryara 123'yan îsbat dike ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêve dibin û gel çavkaniya biryarê ye. Her wiha diyar dibe ku Rêveberiya Xweser bi vê nêzîkatiya xwe pergala demokratîk a komînal daye rûniştandin  ku civak xwedî biryar û îrade ye.

Biryara 123'yan îsbat dike ku gel xwe bi rêve dibe
20 gulan, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN –EHMED MIHEMED

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19'ê Gulanê li ser xwestek û rexneyên gel biryara 123'yan da ku li gorî wê 119'an a têkildarî bilindbûna nirxên madeyên sotemeniyê li herêmên rêveberiya betal kir.

Di dîrokê de diyar dibe ku her tim gel di warê girtina biryaran de rastî çewisandin û îşkencekirinê ji aliyê desthilatdar ve dihat, ji ber ku biryar tenê di destê desthilatê de bû û daxwaz û nêrînên gel nedihatin girtin. Lê di sê rojên dawî de û bi betalkirina biryarê li ser daxwaza gel ji ailyê Rêveberiya Xweser ve ev qalib hate şikandin.

Biryara 119'an a têkildarî nirxên madeyên sotemeniyê ji aliyê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate redkirin û li hin herêmên rêveberiyê xwepêşandanên aştiyane li dijî biryarê hatin lidarxistin.

Bi derxistina biryara 123'an a betalkirina biryara 119'an şênî rihet bûn. Ev biryar ji hêla aliyên siyasî yên li herêmên rêveberiyê û derve hate pêşwazîkirin.

'JI 60 SALÎ VE, CARA YEKEMÎN E KU XWEPÊŞANDANÊN GEL BI SER DIKEVIN'

Li ser mijarê, nivîskar û lêkolînerê siyasî yê sûrî Xiyas Neîsa got, ji 60 salan û vir de cara yekemîn e ku li Sûriyê xwepêşandanên aştiyane armancên xwe bi cih tîne û rêveberî daxwazên wan dibersivîne.

'DENGÊ WELATÎ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HATE GUHDARKIRIN'

Derbarê betalkirina biryarê de, Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman got, betlankirina biryarê dengvedana dengê welatiyan e.

Ji Adara 2011'an ve welatiyên Sûriyê li dijî hikumeta Şamê xwepêşandanên aştiyane dan destpêkirin, banga azadî, demokrasî û reformê kir, hêzên ewlehiyê yên hikumetê tundî li dijî xwepêşanderan bi kar tînin. Ev yek rê li ber destwerdana derve di Sûriyê de vekir û di encamê de rewş gihişt vê astê ji wêranî û koçberiyê.

Di nava 60 salên dawî de, gelê Sûriyê ji ber zulm û binpêkirina azadiyê ji aliyê pergalên serwer ve gelek êş û azar kişandin, nemaze di dema serweriya partiya Baas û malbata El-Esed de ku heta niha bi rêya serokê wê Beşar Esed  didome.

Bi mijarê ve girêdayî û dûrî şerê navxweyî û etnîkî ku opozisyon û hikumeta Şamê sedema wê ne, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke xwe ya rêveberiya xweser ava kirin û hêza xwe ya leşkerî ya parastinê ava kirin, ku karibe herêmê ji aloziyê dûr bixîne û bibe modeleke rasteqîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.

'HEGER PERGALÊN EREBÎ DENGÊ GEL GUHDAR KIRIBA, WÊ ALOZÎ ÇÊNEBÛBAYA'

Nivîskar û rojnamevanê misrî Muhsin Ewedullah jî got, heger pergalên erebî mîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dengê gelê xwe guhdar kiriba û buhara erebî û aloziya ku gel û welat şewitandin çênebûbaya.

Li aliyekî din jî nivîskar Hisên Omer li ser twîttera xwe cûdahiya di navber biryara Rêveberiya Xweser wekî hikumet û hikumetên rojavayê de destnîşan kir û got: "Ev e rastiya hikumetên rojavayê ku guh nadin daxwazên gel, lê daxwazên pergalên kapîtalîst ên ku biryarê hikum dikin bi cih tînin, ku di rastiyê de xwediyê biryarên sereke yên dewletê ne."

Di aliyê girse jî, şêniyên herêmê di postên xwe ku li ser medyaya civakî parve kirin, diyar kirin ku biryar li ser daxwaza gel ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate betalkirin ji ber ku rêveberî ji gel e.

Di sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya ku xwe dispêre projeya neteweya demokratîk, hemû pêkhateyên civakî beşdarî girtina biryaran û rêvebirina herêmê dibin. Sazumaniya vê sîstemê ji komînan dest pê dike ku li tax, gund û bajaran hatine avakirin û tovê Rêveberiya Xweser e.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, li gorî têgîna neteweya demokratîk, pêkanîna pratîkî ya têgeha neteweya demokratîk, welatê demokratîk û siyaseta demokratîk e, ji ber raste rast demokrasiyê pêk tîne, her wiha sazumaniya rêxistinî ya şênber û bedena sîstema demokratîk a komînal e ku armanc dike civak xwedî rêveberî û biryar be.

ANHA