​​​​​​​Îşev li Xezeyê agirbest dikeve meryetê

Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê agirbesta li Xezeyê ya di bin dorpêçê de erê kir û agirbest îşev saet 02:00’an dikeve meryetê.

​​​​​​​Îşev li Xezeyê agirbest dikeve meryetê
20 gulan, 2021   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji hewldanên agirbestê yên ji bo şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de encamek derket. Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê agirbesta li Xezeyê ya di bin dorpêçê de erê kir û  ragihand ku agirbest wê îşev saet 02:00’an bikeve meryetê.

Rayedareke Hamasê ku ji Reutersê re axivî û got, wê îşev agirbest saet 02:00’an bikeve meryetê.