Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayên berheman guncav dibînin

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku buhayê Rêveberiya Xweser ji bo genim û ceh diyar kiriye, guncaw e, ji ber ku baran îsal zêde nebariya û ev buha ji bo cotkaran alîkariyeke baş e.

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayên berheman guncav dibînin
21 gulan, 2021   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Mewsima çandiniyê ya îsal ne wekî ku tê xwestin bû, kêmbarîna baranê zirar gihand zadê bejî, ji ber vê yekê cotkaran zirareke mezin dît.

Rêveberiya Xweser ji bo mewsima îsal, buhayê her kîloyeke genim wek hezar û 150 lîreyên Sûriyê diyar kir û ji bo her kîloyeke ceh jî 850 lîreyên Sûriyê.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Silêman Barûdo di daxuyaniyekê de ragihand ku navendên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê genim û ceh wergirin gihaşt 26 navendan û dê ji 20`ê Gulanê ve dest bi wergirtinê bikin.Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye bi kêfxweşî pêşwazî kir û diyar kir ku di demekê de ku mewsima çandiniyê ne baş e, ev buha gaveke guncaw e.

ꞌBUHAYEKÎ GUNCAW Eꞌ

Ehmed El-Elî ku cotkarekî herêma Reqayê ye axivî û diyar kir ku buhayê hilberînên genim û ceh guncaw e û rewşa îsal di ber çavan re hatiye  derbaskirin.  dike.

Ehmed El-Elî îşaret bi buhayê hatiye diyarkirin kir û ev nirxandin kir: "Ev buha dide diyarkirin Rêveberiya Xweser û Desteya Çandiniyê asteke girîng didin kedkarên civakê û buhayê genim ku bi hezar û 150 lîreyên Sûriyê hatiye destnîşankirin ji bo lêçûna çandiniyê avî guncav e."

Li aliyekî din jî Seîd Hacî Osê ku cotkarekî ji gundê Girê Reş ê herêma Koçeratan a bajarê Dêrikê ye, got: "Buhayê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo mewsima niha ya ji genim û ceh re hatiye diyarkirin dê alîkariya cotkaran bike, ji be ku lêçûna çotkirina erdan, tov, semad û dermanan pir zêde bû."

Osê ev nirxandin kir: "Buhayê Rêveberiya Xweser diyar kiriye ji aliyê cotkarên herêma Dêrikê ve hate pêşwazîkirin, ji ber ku guncav e û cihê lêçûna cotkar û melakên Dêrikê dane dadigire, nexasim di demekê de ku barana demsalî zêde nebariya û zirar gihand hilberînan."

Cotkar Salih Mehmûd ê ji kantona Kobanê axivî û da zanîn ku buhayê hatiye diyarkirin baş e, lê dibe ku mewsim bi wan re nebe alîkar û nikaribin deynên xwe yên kirîna tov û buhayê derman û cotkirinê bidin. Mehmûd di dawiyê de bang li Rêveberiya Xweser kir ku piştevaniya ji wan re zêde bike, nexasim ji aliyê peydakirina madeya mazotê ya ji bo erdên avî.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jCJz9nskeec" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

(eh)

ANHA