Semîr Ezam: Dewleta Tirk ji ber bidawîbûna bandorên Lozanê bi fikar e

Siyasetmedarê sûrî Semîr Ezam piştrast kir ku bi nêzbûna bidawîbûna bandorên kongreya Lozanê ya 2023’yan, dewleta Tirk bi hedefa pêkanîna Mîsaqî Millî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û destnîşan kir ku çiyayê Qendîlê astengiyeke mezin li hember planên dewleta Tirk ên li dijî Iraq û herêmê bi tevahî ye.

Semîr Ezam: Dewleta Tirk ji ber bidawîbûna bandorên Lozanê bi fikar e
21 gulan, 2021   06:35
NAVNEDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê de êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên girêdayî Başûrê Kurdistanê pêk tîne û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne.

Ji bo kêmkirina ziyanan xwe, çavkanyan piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên sûrî yên ku li Lîbya û Ermenistanê şer kirine, vediguhêze Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku şerê gerîlayan bikin.

Der barê armancên van êrişan de, siyasetmedarê sûrî û koordînatorê Kombûna Sûriyên Ilmanî yên Demokrat li Siwêdayê Semîr Ezam wiha got: “Êrişên befireh ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê pêkanîna Mîsaqî Millî ye. Recep Tayyîp Erdogan êvara rizgarkirina Mûsilê ji terorên DAIŞ’ê daxuyanî da û di wê demê de ji Amerîkayê xwest ku artêşa Tirk di rizgarkirina wê de beşdar bibe, ji ber ku di nava şêniyên wê de Tirk dijîn û li gorî hişmendiya dewleta Tirk ew der xaka Tirkiyê tê hesibandin, ji wê jî zêdetir li gorî Mîsaqî Millî Kerkûk û tevahî xaka Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê xaka wê ye.”

Ezam diyar kir ku Amerîkayê wê demê xwesteka dewleta Tirk red kir, lê belê Erdogan bi wê yekê nekir, piştre bi desthilatdarên Hewlêrê re peymanên veşartî pêk anîn û li gorî wê bi dehan baregehên leşkerî li ser xaka Başûrê Kurdistanê ava kirin.

‘AMADEKARIYA TIRKIYÊ JI BO BIDAWÎKIRINA BANDORÊN LOZANÊ’

Ezam wiha domand: “Avakirina baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê û Başîqa ya parêzgeha Nînewa li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi giştî xetereyeke misoger e, bi taybet jî li ser parêzgeha Nînewayê. Bi nêzbûna bidawîbûna bandorên kongreya Lozanê ya 2023’yan dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên xwe berfireh bike û hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê, Mûsil û Bakurê Sûriyê îsbat bike. Bi wê re li benda çareserkirina aloziyên her du welatan e. Planên dewleta Tirk eşkere ne, ew jî qutkirin û parçekirina herêmên di bin serweriya wê de û û baregehên xwe lê belavkirin e."

Ezam wiha gotina xwe berdewam kir: "Serkeftina dewleta Tirk an jî binketina planên tevlêkirina herêman li xaka xwe li ser helwesta rojavayan disekine, bi taybet Amerîka, Fransa û Brîtanya û li ser berxwedana hêzên Kurd ên li Qendîl û Başûrê Kurdistanê disekine û li ser berxwedana QSD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekine."

‛ÇIYAYÊ QENDÎLÊ ASTENGIYEKE MEZIN LI HEMBER PLANÊN DEWLETA TIRK E’

Der barê sedemên girîngiya êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Qendîlê de, Ezam wiha lê zêde kir: "Rêzeçiyayên Qendîlê ku hêzên HPG’ê tê de ne û parastina wê dikin, astengiyeke leşkerî ya mezin e li hember dewleta Tirk ku hewl dide serweriya xwe li ser tevahî Başûrê Kurdistanê û parêzgeha Nînewayê çêke. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hemleyên leşkerî yên bênavber li ser çiyayên Qendîlê pêk tîne da ku bi giştî têxe bi serweriya xwe yan jî herî kêm têxe bi dorpêçê û nehêle gerîla belav bibe, ji bo planên xwe yên tevlîkirina xaka Iraqê ji xaka Tirkiyê re pêk bîne."

‛BINKETIN Û ZIRARAN HIŞT KU DELWETA TIRK ÇEKÊN KÎMYAWÎ BI KAR BÎNE’

Têkildarî bikaranîna dewleta Tirk a çekên kîmyewî Semîr Ezam wiha axivî: “Piştî binketina du hemleyên leşkerî, zirarên mezin û reva leşkerên Tirk ji meydana şer, dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî HPG’ê bi kar anîn. Ev yek jî binpêkirina eşkere ya Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya di 1993’yan de hatiye îmzekirin û di 1997’an de ketiye pratîkê ye.”

Ezam wiha li gotina xwe zêde kir: "Em texmîn dikin ku girîngiya civaka navneteweyî ya li ser bikaranîna dewleta Tirk a çekên kîmyewî dê di demeke nêz de şêwe bigire."

‛ÇETEYÊN SÛRÎ JI BO XIZMETKIRINA ERDOGAN DEST JI SÛRIYÊ BERDANE’

Siyasetmedarê sûrî Semîr Ezam behsa bikaranîna dewleta Tirk a çeteyên sûrî di şerê li dijî gerîla de kir û wiha got: "Dewleta Tirk çeteyên girêdayî xwe yên sûrî ji bo şerê li dijî PKK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne. Van çeteyan dev ji xwestekên gelê xwe û Sûriyê xwe berdan û ji bo xizmetkirina berjewendiyên dewleta Tirk li hundirê Sûriyê, li Lîbya û Ezerbeycanê û çi welateke din ku serokê wan Recep Teyyîp Erdogan jê bixwaze hatine leşkerkirin."

‘XETEREYA DEWLETA TIRK GEFAN LI HER KESÎ DIXWE’

Der heqê rêbazên sekna li hember planên dewleta Tirk de, Ezam wiha anî ziman: "Ji bo sekn û têkbirina planên dewleta Tirk ku gefên qutkirin û tevlêkirinê li hember tevahî xaka Kurd a li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê dixwe, pêdivî bi helwesta gelê Kurd bi tevahî hêz û partiyên wê heye, da ku li hember xeteriya dewleta Tirk bisekine."

Ezam da zanîn ku ji iraqî û sûriyan tê xwestin ku bi hemû etnîkên xwe li ser helwestekê bibin yek da ku li hember xeteriya dewleta Tirk a li ser xak, dewlemendî û ava wan bisekinin.

Siyasetmedarê sûrî Semîr Ezam wiha gotina xwe bi dawî kir: "Xetereya dewleta Tirk gefan li yewnanistanî, ermenî û qibrisiyan jî dixwe û divê hikumetên van dewletan û rêveberên siyasî yên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî cidî û lezgîn li ser avakirina hevalbendiyeke berjewnediyên hevbeş bixebite, da ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin."

(fr)

ANHA