Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê banga naskirina Rêveberiya Xweser kir

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike, ji ber ku sîstema rêveberiya xweser çareseriya tekane li Sûriyê ye.

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê banga naskirina Rêveberiya Xweser kir
21 gulan, 2021   02:46
TEBQA

Rêveberiya Xweser ku di Çileya 2014'an de hat damezirandin, ji wê demê ve heya roja îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftinên mezin di hemû waran de bi dest xistine.

Gelek hêzên mêtinger weke dewleta Tirk hîn jî hewldanên Rêveberiya Xweser têk bibin.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeze El-Hisên, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser destketiyên ku Rêveberiya Xweser li herêmê bi dest xistine û got: "Tecrubeya Rêveberiya Xweser a ku bi ramana demokratîk û biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de ava bû, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi rewşek aram ve bir, berovajî deverên di bin serweriya hikumeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk de. Armanca Rêveberiya Xweser çareseriyek aştiyane ji aloziya Sûriyê re ye.”

Şeze anî ziman ku ew sûcên dewleta Tirk a bi armanca lawazkirin û têkbirina projeya neteweya demokratîk û astengkirina naskirina tevahî cîhanê ji sîstema Rêveberiya Xweser, şermezar dikin û piştrast kir ku heta niha dewleta Tirk bi rêbazên cuda wekî qutkirina ava Firatê, hewl dide vê yekê pêk bîne.

Şeze da zanîn ku sûcên dewleta Tirk nikare îradeya wan bişikîne, ew ê li ser projeya neteweya demokratîk bimeşin heya ku armancên hemû gelên herêmê pêk werin.

Şeze li ser navê hemû rewşenbîrên li hemû herêmên Rêveberiya Xweser, bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bike, ji ber ku ew hemû pêkhateyên gelê Sûriyê digihîne hev û ew rêya çareseriya Sûriyê ya ku dê krîza Sûriyê bi dawî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêveberiya Xweser dê bibe xeleka yekem û bingehîn a qonaxeke nû ya çareserkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna projeya neteweya demokratîk li hemû herêmên Sûriyê."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FyDfeCRhnNE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>