ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-05-2021
20 gulan, 2021   23:00

- Biryara 123'yan îsbat dike ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêve dibin û gel çavkaniya biryarê ye. Her wiha diyar dibe ku Rêveberiya Xweser bi vê nêzîkatiya xwe pergala demokratîk a komînal daye rûniştandin  ku civak xwedî biryar û îrade ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aborînas Elaaedîn Ferhan têkildarî keysbazkirina hin kesan a rewşa aborî da ku Rêveberiya Xweser derbe bikin, hişyarî da û gelek pêşniyar ji bo pêkanîna aramiya aborî pêşkêş kirin û got Rêveberiya Xweser dikare planan deyne ku herêmê ji krîza aboriyê rizgar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekitiya Rewşenbîran ên Tebqayê bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike, ji ber ku sîstema rêveberiya xweser çareseriya tekane li Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Qedexekirina Çekan da zanîn ku ji sedî 98 ji nifûsa cîhanê di bin parastina peymanê de dijî  û ji sedî 98 ji depokirina çekên kîmyewî yên ku dewletan ragihandine, hatine rûxandin. Lê ya herî girîng, gelo ji sedî 2 ên li derveyî parastina peymanê me ne? Gelo dewleta Tirk ji nava wan dewletên ku ji sedî 2 ji depokirina wê ya kîmyewî nehatiye rûxandin? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji beriya çend mehan ve herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê li hemberî tevahiya plan û peymanên li dijî herêmê li ber xwe didin, gelo ew ê vîna gel bi ser bikeve û hemû planên dagirkerane bi bin bikevin an na? (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê KNK’ê li Rojava Silêman Hac Elî têkildarî bertekên veguhastina çeteyan ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarê sûrî Semîr Ezam diyar kir ku Tirkiyê bi armanca pêkanîna Mîsaqa Millî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, her wiha destnîşan kir  ku çiyayê Qendîlê astengiya herî mezin li pêiya planên dewleta Tirk ên li Iraq û herêmê bi giştî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çalakgerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ku fikirê rêber Abdullah Ocalan ê taybet bi rizgarkirina jinan rê li pêşiya jinan vekir ku beşdarî şoreşê bibin û civakeke demokrat ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di hefteyên borî de gelek tevgerên cuda yên diplomatîk li herêma Rojhilata Navîn çêbûn, jê danûstandinên Misir-Tirkiyê, Erebistana Siûdî û Îranê. Gelo nakokiyên bi salan bi dawî bûn an jî axaftina li ser vegera têkiliyan hîna zû ye? (BI WÊNE).

CIWAN

- Ciwanên Helebê ragihand ku ew piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker dikin û anîn ziman ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi dawî dibe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ahrîman bi rêya tabloyeke hunerî hêviya her efrîniyekê ya vegera li Efrînê îfade dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku buhaya Rêveberiya Xweser ji bo genim û ceh diyar kiriye guncaw e, ji ber ku baran îsal zêde nebariya û ev buha alîkariyê bi cotkaran re dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA