Endamê KNK'ê têkildarî hebûna çeteyên ji Sûriyê li Başûrê Kurdistanê hişyarî da

Endamê KNK’ê li Rojava Silêman Hac Elî têkildarî bertekên veguhastina çeteyan ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, hişyarî da.

Endamê KNK'ê têkildarî hebûna çeteyên ji Sûriyê li Başûrê Kurdistanê hişyarî da
21 gulan, 2021   00:37
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker çeteyên ji Sûriyê yên ku li Lîbya û Qerebaxê bi kar dianîn, vê carê berê wan daye Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku li dijî gerîla şer bikin.

Têkildarî mijarê endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Rojava, Silêman Hac Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker îro rêbazên ku Osmaniyan di dema dagirkirina welatên Ereban de bi kar anîne, ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî bi kar tînin û got: “Dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyê yên ku li Lîbya û Qerebaxê şer kirine, dişîne Başûrê Kurdistanê.”

Hac Elî diyar kir ku sedema şandina çeteyan bo Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê ji ber têkçûna artêşa Tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê ye.

Silêman Hac Elî wiha zêde lê kir: "Tirkiye hewl dide bi rêya bikaranîna çeteyan li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser bikeve, da ku têkçûna xwe ya li Garê, Heftanîn û niha jî li Metîna, Avaşîn û Zapê veşêre."

Hacî Elî got: "Çeteyên dewleta Tirk ji bo pereyan şer dikin û tu armanc û projeyeke wan a neteweyî nîn e."

Hac Elî diyar kir ku şandina çeteyan ber bi Başûrê Kurdistanê ve metirsiyeke mezin li pêşeroja herêmê dike û wiha dewam kir: "Divê hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê rê li ber binpêkirinên dewleta Tirk ên li deverên wan bigirin."

Hac Elî bêdengiya her du hikumetan li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

Silêman Hac Elî bang li gelê Kurd û hemû hêz û partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê, her wiha hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo bidawîkirina sûcên dewleta Tirk û destwerdana wê ya kar û barên Rojhilata Navîn bibin yek.

Hac Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li hemû hêz û partiyên siyasî dikin ku konferanseke neteweyî ya kurdî li dar bixin da ku helwesteke cidî û eşkere li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd diyar bikin.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Rt4P-9bxSLg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>