Aborînas Elaedîn Ferhan: Rêveberiya Xweser dikare çareseriyan ji krîza aborî re bibîne

Aborînas Elaaedîn Ferhan têkildarî keysbazkirina hin kesan a rewşa aborî da ku Rêveberiya Xweser derbe bikin, hişyarî da û gelek pêşniyar ji bo pêkanîna aramiya aborî pêşkêş kirin û got Rêveberiya Xweser dikare planan deyne ku herêmê ji krîza aboriyê rizgar bike.

Aborînas Elaedîn Ferhan: Rêveberiya Xweser dikare çareseriyan ji krîza aborî re bibîne
21 gulan, 2021   01:34
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Di encama şerê 10 salan de Sûriyê bi giştî azarên krîza aboriyê dikişîne û vî şerî zirareke mezin gihand beşên çandinî, endustirî û bazirganiyê. Li beramber van tevan jî rojavayî cezayan mîna Qanûna Qeyser a ku di Hezîrana 2020’an de ketiye pratîkê, dibirin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî para xwe ji van ziraran hildide. Herêm hem ji derve ve hem jî ji hûndir ve di nava dorpêçekê de ye. Ji bo ku krîzê kurtir bikin deriyên bazirganiyê jî li ser herêmê hatine girtin. Ev yek hem ji aliyê dewleta tirk hem jî ji aliye hikumeta şamê ve tên kirin. Mirov dikare bibêje herêm ji aliyê aborî, siyasî hem jî ji aliyê leşkeri ve bi giştî di bin dorpêçeke berfireh de ye.

Piştî ku Rûsya di Konseya Ewelehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de veto bi kar anî, deriye Til Koçer/Yerûbiyê di sala 2020’an de ji bo derbasbûna alîkariyên navneteweyî ve hate girtin. Vê jî bandoreke mezin li ser rewşa debarê ya zêdetirî 5 milyon şêniyên herêmê û koçberên ku ji tevahî herêmên Sûriyê berê xwe daye herêmê, kir.

‛LI HERMÊN RÊVEBERIYA XWESER SEDEMÊN LAWAZBÛNA ABORIYÊ’

Girêdayî mijarê, aborînas Elaaedîn Ferhan da zanîn ku aloziya aborî ya li herêmên Rêveberiya Xweser ji ber gelek sedeman e û wiha got: "Sedema yekemîn ew e ku herêm di rewşeke şer de bi dewleta Tirk a dagirker re ye û ew jî bi hemû hêza xwe hewl dide destkeftiyên Rêveberiya Xweser ji tevahî aliyan ve têk bibe.

Ya duyemin, newekhevıya di navbera qûta jiyanê anku mûçe û lêçûnê de ye. ji ber lîreya Sûriyê li hember dolar pir daket û kelûpelên heyî bi dolar tên kirîn û firotin tevahî şêniyan zirar dît.”

Nirxa her dolarekî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 hezar û 130 lîreya Sûriyê û ev yek ne sabit e.

HIŞYARÎ...

Aborînas diyar kir ku krîza aboriyê ya li herêmê ne di encama çewtiyên Rêveberiya Xweser de ye û wiha pê de çû: "Ew ne çewtî ne, ji ber zextên derve hene û armancên wan binketina civaka demokrat e."

Ferhan hişyarî li ser fişarên derve û êrişên li dijî herêmê da ku armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e û bal kişand ser hin kesên ku xwedî armancên xerabin li herêmê hene û dixwazin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.

Ferhan destnîşan kir ku dê aloziya aboriyê ya li herêmê rê li pêş kesên ku armancên wan xerabin veke ku hestên nîjadperestî û mezhebîtî provoke bike û wiha axivî: "Dê ew yek rê li pêş bertîlan (rişwet) veke ku tunebûna wê hiştiye Rêveberiya Xweser bi ser keve."

Ferhan piştrast kir ku divê kesên bertîlan dibin werin muhasebekirin û wiha got: "Çareserkirin an jî dermankirina vê nexweşiyê divê bi rêya lêdana destekî ji hesin be, muhasebe hebe, çavdêrî were zêdekirin û asta debarê ya civaka me bilind bibe."

Rêveberiya Xweser xeteriya aloziya aborî baş dizane, ji lew re gelek caran mûçeyên karmendên xwe bilind kirin û derfetên karên li herêmê dabîn kirin. Her wiha li gorî aliyên berpirsê hejmara karmendan zêdetirî 126 hezar e. Rêveberiya Xweser komeleyên mezexêran ji bo piştevaniya hin madeyên xwarinê yên sereke vekirin û piştgiriya madeyên stratejîk mîna nan û sotemenê bi rêya saziyên xwe kir.

PÊŞNIYARÊN JI BO REWŞA ABORÎ

Ji bo çareserkirina aloziya aborî li herêmê û pêkanîna aramiyeke aborî, aborînas Elaaedîn Ferhan hin pêşniyar ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş kirin ku wê re divê herêmê were rizgarkirin û wiha got: "Stratejiya aborî ya ku herêmê rizgar bike, bilindkirina asta debara jiyana şêniyên herêmê ye û eşkerekirina dahatûyên rêveberî û lêçûnên wê yên niha ne, da ku ji her kesî re eşkere bibe."

Ferhan destnîşan kir ku divê girîngî ji bo beşa çandiniyê re bi awayekî mezin bê dayîn, anku divê Rêveberiya Xweser çandiniyê di ser her tiştî re bigire û wiha li gotina xwe zêde kir: "Divê Rêveberiya Xweser piştevaniya projeyên çandiniyê bike û divê neyê jibîrkirin ku sûkên me bi radeyeke mezin pişta xwe dide cotkaran ku ew jî xwe dispêrin berhemên xwe. Em dibînin ku îsal li gorî texmînan dê dijwar be. Ji ber piranî zeviyên çandiniyê êdî bê berhem man. Bi wê re divê girîngiyê bidin çandiniyê, da ku asta debara jiyanê ya herêmê bilind bikin."

Li ser asta beşa endustiriyê jî, Ferhan diyar kir ku divê kargeh werin avakirin, da ku gel tê de bixebitin, bi wê re jî buha guncaw bin û li gorî mûçe û rewşa debara herêmê be.

Ferhan wiha gotina xwe berdewam kir: "Zehmet e ku em niha bibin endustirvan, ji lew re divê em piştevaniya çandinî û projeyên çandiniyê bi awayekî mezin bikin. Lê endustiriyên ku Rêveberiya Xweser girîngiyê didiyê divê li gorî xwetêrkirinê be û pereyên biyanî li herêmê neyên xebitandin, da ku hevsengiya aborî were parastin."

Pêşniyara sêyemîn a Ferhan jî, ew e ku divê Rêveberiya Xweser di vê demê de alîkariya li gel belav bike heta digihîne çareyeke stratejî ya baş. Ji ber balkişandina li ser çîna bêkar pir girîng e, bi taybet çîna ciwanan a ku bawernameyên zanîngehê pê re ne.

‛DIVÊ GIRÎNGIYÊ BIBIN ÇAVDÊRIYA ZIMHÊRÊ’

Elaaedin Ferhan behsa pêwîstiya çavdêriya li ser zimhêrê kir û wiha got: "Em hîna jî kêmasiya di erkên kadroyên çavdêriya zimhêrê yan jî çavdêriya buhayan de dibînin. Ji ber ku buha pir bilind bin û êdî bûye sedema sereke ya nehevsengiya di navbera mûçe û rewşa debarê de. Ji lew re divê çavdêriya zimhêrê ya xurt hebe û qanûnên xwe tund bin da ku tu kes bi buhayan nelîzin."

Aborînas Elaaedîn Ferhan piştrast kir ku divê pêşniyarên hatine kirin di ber çavan re werin derbaskirin, da ku civakeke xurt û bi hêz di vê demê de ava bikin, her wiha parastina kesên pispor bikin da ku dernekevin derveyê welat.

Aborînas Elaaedîn Ferhan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Aloziya aborî ya li herêmê demkî ye û dê Rêveberiya Xweser çareseriyan di demeke nêz de bîbine û planên wê hene da ku herêmê ji qeyrana aborî biparêze."

(fr)

ANHA