Ciwanên Helebê: Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike

Ciwanên Helebê ragihand ku ew piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker dikin û anîn ziman ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike.

Ciwanên Helebê: Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike
21 gulan, 2021   05:43
HELEB- ARIF SILÊMAN

Berxwedana hêzên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da û da zanîn ku armanca dewleta Tirk ew e ku gelê Kurd qir bike.

Yek ji ciwanên taxê Mihemed Elî bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku serî hildin û tev li seferberiyê bibin û got: “Em wek ciwanan vîna me li hember van êrişan naşikê, ji ber ku em bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin.”

Ronahî Ebdo destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên bi hemû çekên giran û qedexe li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi armanca berfirehkirina dagirkeriya Kurdistanê ye. Ronahî bang li tevahî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet ciwanên Helebê kir ku tev li seferberiya giştî bibin da ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Şîraz Mistefa êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û destnîşan kir ku ew dê tev li serferberiya giştî bibin da ku piştgiriya gerîla bikin û ew ê çalakiyan xurt bikin û derkevin qadan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji roja yekşemê 16'ê Gulanê ve ji bo ku piştgiriya hemleya Bazên Zagrosê û berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin, meşeke 3 rojan li dar xist. Meşê ji bajarê Qamişloyê dest pê kiribû û li Dêrikê bi dawî bûbû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fS0LAaOp6-0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>